Sîrwan Rojbeyanî wek Cîgirê Parêzgarê Neynewayê hat hilbijartin

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Parêzgeha Neynewayê îro civiya û bi piraniya dengan, Sîrwan Rojbeyanî ji Firaksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê, wek cîgirê yekem ê Parêzgarê Neynewayê hat hilbijartin.

Encûmena Parêzgeha Neynewayê îro 10.02.2024an, bi amadebûna hemû endamên encûmenê civiya. Tê de Sîrwan Rojbayanî ji Firaksiyona PDKê wek cîgirê yekem ê Parêzgarê Neynewayê û Omer Namiq Mela ji Hevpeymaniya Çarçoveya Hevahengiyê wek Cîgirê Duyem ê Parêzgarê Neynewayê hatin hilbijartin

Xuleya çarem a 18.12.2023an, hilbijartinên encumenên parêzgehên Iraqê (ji bilî Herêma Kurdistanê) birêve çû. Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) jî 4 kursî bidest xistin û Cîgirê Yekem ê Parêzgar bidest xist.