Li Zaxo kevirê bingehîn ê çend projeyan bi bihayê zêdetir ji du milyar dînaran hat danîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Kevirê bingehîn ê çend projeyên xizmetguzarî li Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê bi bihayê zêdetir ji du milyar dînaran hate danîn.

Di jêr çavdêriya Serperiştyarê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê Gudar Şêxo, îro 12ê Sibatê kevirê bingehîn ê çend projeyên xizmetguzariyê li Zaxoyê hat danîn.

Gudar Şêxo di gotarekê de diyar kir, bihayê van projeyên xizmetguzariyê 2 milyar û 489 milyon û 513 dînarê Iraqî ye. Got jî: Ev proje dê xizmeta hemû welatiyên herêmê bikin.

Projeyên ku kevirê bingehê ji wan re hatiye danîn:

- Çêkirin û berfirehkirina cadeyeke 15 metreyî û bexçeyek li komegeha Bersîvê ya li navçeya Darkarê.

- Çêkirin û nûjenkirina rêya bi dirêjehaiya 12.5 kîlometreyan ji gundên (Bosele, Mamîsa û Nordîna) yên ser bi Zaxoyê ve.

- Çêkirina kolalên li komelgehên Hîzawa, nahiya Darkarê û hejmarek gundên girêdayî wê navçeyê.

Ev di demekê de ye, roja 8ê Sibatê jî di jêr Serperiştyarê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê Gudar Şêxo de, Di bin çavdêriya Serperiştyarê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê Guhdar Şêxo de, kevirê bingehîn ê nûjenkirina (Kanya Dêrabûne, Hola Laleş, Dêra Margurgis) û avakirina xala kontrolê ya Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê bi bihayê 1 milyar û 986 milyon û 285 hezar dînar hate danîn.

Guhdar Şêxo di dema danîna kevirê bingehîn ên van projeyan de got, di heyama du sal û sê mehên borî de ku Zaxo bûye Îdareya Serbixwe, Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Zaxoyê bi sedan milyar dînar projeyên cuda cîbicî kirine û dê li ser cîbicîkirina wan projeyan berdewam be.

Di heyama Kabîneya Nehem de, 3359 proje li parêzgehan û îdareyên serbixwe yên Herêma Kurdistanê hatine cîbicîkirin; 1730 proje li ser bûdceya geşepêdana parêzgehan û 1629 proje jî li ser bûdceya veberhênanê bûn.