Bi sedan sêrverên Perlemana Îranê hatin hakkirin

Perlemana Îranê
Perlemana Îranê

Navenda Nûçeyan (K24) - Zêdetirî 600 sêrverên Perlemana Îranê tên hakkirin û bi sedan belgenameyên nihênî ji aliyê hakkeran ve tên belavkirin.

Koma Hakkeran a Serhildan Heta Herifandinê ragehand, malper û sêrverên ajansa Xaneya Miletê ya girêdayî Perlemana Îranê hak kirine û 600 sêrverên perlemanê xistine bin destê xwe.

Di ragehandina vê koma hakker de hatiye, sêrverên serekî yên perlemanê, komisyonên perlemanê, navhola perlemanê, banka perlemanê, nivîsîngeha serokatiyê û cîgirên perlamnê û bi dehan sêrverên dî hak kirine û destê xwe danaye ser bi sedan belgenameyên nihênî ku hêdî hêdî dê belav bikin.

Vê koma hakkeran di pêngava xwe ya yekê de lîsta mûçeyên endamên perlemanê belav kiriye. Perlemana Îranê bi belavkirina ragehandinekê hakkirina sêrverên xwe piştrast kir, lê ragehand ku hejmareka wan belgenameyên hatine belavkirin sexte ne.