Hak Parê li 81 bajarên Tirkiyeyê namzedên xwe yên şaredariyan derxistin

Diyarbekir (K24) – Partiya Maf û Azadiyan (Hak Par) ji bo hilbijartinên 31ê Adarê yên şaredariyan, li 81 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, namzedên xwe derxistin. Di vê pêvajoya hilbijartinê de Hereketa Azadî û Hak Parê tifaqa xwe ya siyasî jî ragihand û bang li hemû partiyên Kurd hat kirin ku di rêya Hak Parê de bimeşin da ku maf û azadiyên gelê Kurd bên bidestxistin.

Serokê Giştî yê Hak Parê Duzgun Kaplan, îro (20.02.2024) bi namzedên xwe yên şaredariyên Diyarbekirê û nûnerên Hereketa Azadî ku tifaqa hilbijartinê kirine re daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Hak Parê li 81 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê namzedên şaredariyan û li 6 navçeyan endamên meclisên şaredariyan derxistine. Serokê Hak Parê da zanîn ku di diyarkirina namzedan de wan hesasiyeta nûnertiya jinan jî ber çavan girtiye û ji van namzedan 27 jê namzedên jin in.

Serokê Hak Parê bi berdewamî diyar kir ku li Tirkiyeyê bi giştî 140 prtiyên fermî hene û ji van partiyan ligel Hak Parê tenê 36 partî dikarin tevlî hilbijartinan bibin. Her wiha amaje bi wê yekê jî kir ku ji van partiyan tenê Hak Par li ser pirsgirêka Kurd hewila çareseriyê dide. Bi rêya vê daxuyaniyê hat diyarkirin ku wan wekî Hak Parê xwestiye ku Kurd bê vebijêrk nemînin, lewra pirsa Kurd pirsa Rojhilata Navîn e û bila Kurd her dem bizanibin ku Hak Par ji bo çareserkirina vê pirsê amade ye.

Nûnerên Hereketa Azadî ku hevparê tifaqa siyasî yê Hak Parê ye jî li daxuyaniyê cihê xwe girtin. berdevkê Hereketa Azadî Metîn Pîranî jî bi taybetî bang li partiyên Kurd kir û got ku bila hemû partî di rêya Hak Parê de bimeşin da ku em bikaribin maf û azadiyên gelê Kurd bi rêk û pêk bînin zimên û li rêyên çareseriya mayînde bigerin.