Mihemed Şukrî: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Helebce kir devereka weberhênanê ya taybet

Mihemed Şukrî
Mihemed Şukrî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Desteya Weberhênanê amajeyê dide, “Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Helebce kir devereka weberhênanê ya taybet û ji hemî rênimayên pêştir awarte kir”. Herwesa dibêje, “Heftiya bê biryara Serokwezîrî dê bikeve di warê bicihanînê de”.

Serokê Desteya Weberhênanê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mihemed Şukrî îro (Pêncşem, 22.02.2024) li Helebceyê ragehand, “Li ser biryara Serokwezîr Mesrûr Barzanî û pêştir jî li ser pêşniyara Parêzgerê Helebceyê û Yekîtiya Weberhêneran li Helebceyê, hejmareka hêsankariyan ji bo weberhênanê tên kirin”.

Serokê Desteya Weberhênanê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje jî da, “Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro di serdana xwe ya ji bo Helebceyê de razîbûna xwe li ser hemî pêşniyaran diyar kir”.

Mihemed Şukrî behs jî kir, “Serokwezîrî Desteya Weberhênanê ji bo ragehandina razîbûna xwe li ser wan pêşniyaran raspartiye”. Got jî, “Serokwezîrî parêzgeha Helebceyê ji hemî rênimayên pêştir awarte kir, taybet ji bo wergirtina kirêya xizmetkariyan”.

Navbirî tekez jî kir, “Razîbûna Serokwezîrî li ser wê mijarê ji bo xelkê Helebceyê destkeftî ye û her îro ew biryar dê bigehe Birêveberiya Giştî ya Weberhênanê ya Helebceyê û dê ji heftiya bê ve bê bicihanîn”.

Serokê Desteya Weberhênanê amaje jî da, “Weberhêner ji seranserî Kurdistanê dikarin li Helebceyê pirojeyan bi cih bînin, taybet di warên pîşesazî û çandin û geştyariyê de”. Got jî, “Wekî devereka taybet a Herêma Kurdistanê di warê weberhênanê de, serederî dê bi Helebceyê re bê kirin”.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Pêncşem, 22.02.2024) ligel şandeke hikûmî serdana parêzgeha Helebceyê kir.

Di serdana xwe ya ji bo Helebceyê de, Serokwezîr Mesrûr li destpêkê serdana Monomenta Şehîdên Helebceyê kir û destegulek li ber sembola şehîdan danî.

Piştre Serokwezîrî di yadeşta monomentê de nivîsî: “Ez bi serbilindî careke din serdana Helebceya şehîd dikim. Ji Xwedayê mezin daxwaz dikim ku canê şehîdan bi bihuşta berîn şa bike û birîndaran baş bike.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwesa got: “Ez xizmeta Helebceyê erkê xwe dizanim û pêdivî ye em hemî bizavê bikin ku tawan li dijî gelê Kurdistanê dubare nebin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî her îro li parêzgeha Helebceyê kevirê binyatî yê rêya Helebce - Tuwequt – Qilîce û pira Tuwequtê jî danî.