Mesrûr Barzanî li Helebceyê piştevaniya zêdekirina berhem û karkerên navxweyî dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê serdana Kargeha Rasanê ya Zeyta Zeutûnan dike, ew kargeh yek ji Rêzepirojeya Rasanê ye ku ji sê pirojeyên giring û sitratejî pêk tê.

Ew piroje di çarçoveya giringîpêdana Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ne, bi berhemê navxweyî û hêsankariyên ku ji bo livîna bazirganî û geştyarî û weberhênanê li parêzgeha Helebceyê hene.

Ji bilî wê jî, piştevanîkirin û vejandina berhemê xwemalî ye, bi rêya wergirtina feyfeyî ji şiyan û hêzên karê navxweyî û avêtina pêngavan ber bi xwejiyandinê di hemî kertan de.

Mesrûr Barzanî di serdana xwe ya yekê ji bo parêzgeha Helebceyê de wekî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi destekê pir serdana wê parêzgehê kir. Ji bilî danana berê binyatî ji bo çend pirojeyên giring û sitratejî li parêzgeha Helebceyê, serdana Rêzepirojeya Rasanê jî kir.

Rêzepirojeya Rasanê ji sê pirojeyên serekî pêk tê, yek ji wan jî pirojeya zeviya giyaneweran û xwedîkirina bizinên Saîn e, ku li ser rûberê 16 donemên erdî hatiye çêkirin.

Piştî temambûna hemî hêlên wê, dê şiyana xwedîkirina hezar serên bizinên Saîn hebe, ev piroje yek ji giringtirîn pirojeyên berhemanîna şîrê nû ye li Herêma Kurdistanê.

Pirojeyên dî jî Kargeha Rasanê ya berhemanîna zeyta zeytûnan û komelgeha xwerakî û rûnî ne, ku her du piroje pêkve li ser rûberê 340 donemên erdî hatine çêkirin.

Kargeka Rasanê ya Zeyta Zeytûnan her roj dikare 120 tonên zeyta zeytûnan berhem bîne û li gel Komelgeha Rasanê ya Xwerakî û Rûnî zêdetirî 250 derfetên karî ji bo welatiyan peyda kirine.