Wezîra Darayî ya Îraqê: Şandina mûçeyên mûçexurên Herêma Kurdistanê girêdayî dana lîsta navan e

Teyf Samî
Teyf Samî

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîra Darayî ya Îraqê radigehîne, “Mûçeyên tevaya mûçexuran ji bo îsal hatine gerentîkirin û xerckirina mûçeyên mûçexurên Herêma Kurdistanê jî girêdayî dana lîsta navên mûçexuran e”.

Di civîna xwe ya li gel Lijneya Darayî û Aborî ya Civata Nûnerên Îraqê de, Wezîra Darayî ya Îraqê Teyf Samî îro (Duşem, 26.02.2024) got ku, dest bi xerckirina budceya karpêkirinê hatiye kirin û li van nêzîkan xizşteyê budceya sala 2024ê ji bo Civata Wezîran tê şandin. Piştî wergirtina razîbûnê, ji Civata Wezîran bo Civata Nûnerên Îraqê jî tê şandin.

Wezîra Darayî ya Îraqê tekez jî kir, “Mûçeyên mûçexurên Îraqê ji bo sala 2024ê hatine dabînkirin û metirsî li ser nîne”.

Teyf Samî di derheqa şandina mûçeyên mûçexurên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de jî amaje da, “Ew pirose girêdayî pêşkêşkirina lîsta mûçeyên mûçexurên Herêma Kurdistanê ye ji bo mehên bê”.

Lijneya Darayî ya Civata Nûnerên Îraqê îro (Duşem, 26.02.2024) civînek ji bo guhdarîkirina Wezîra Darayî ya Îraqê Teyf Samî rêk xist. Ew civîn li ser çend mijaran bû, mijara herî diyar jî biryarên Dadgeha Federalî li ser dabînkirina mûçeyên mûçexurên Herêma Kurdistanê ji aliyê Hikûmeta Bexdayê ve bû.

Tewerekî din ê wê civînê girêdayî budceya giştî ya sala 2024ê û arêşeya pereyê kaş e li ber destê wezaretan ji bo xerckirina pirojeyên xizmetkariyan.