Jin û mêrekî Efrînî mala xwe kirine muzexaneyeke çand û kelepûra herêma xwe

kurdistan24.net

Efrîn (K24) – Du hevjînên bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê, odeyeke mala xwe veguherandine mûzexaneyek, ji bo nasandan û parastina çand û kulepûra Kurdî ya herêmê.

Xelîl Mihemed û Cîhan Îbrahîm du hevjînên Efrînî ne, amûrên berê, perçeyên kevnare, çand û kultûra herêma xwe di nava vê odeyeke xwe de kom kirine û kirine muzexane û nîşanî xelkê didin. Armanca wan jî, parastina vê mîrateyê ye, da nifşê bê xwedî lê derkeve.

Xelîl Mihemed ji K24ê re got: “Min û hevjîna xwe me lihev kir ku tiştên kevnare ji amûrên çandiniyê, lixwekirinê, xemil û karên destan di odeyeke xwe de bikin. Ev muzexaneyeke biçûk e, lê tiştê di tê de gelekî bi nirx in. Armanca me ew e, em van amûre, çand û kelepûrê biparêzin û ji nifşên nû re veguhêsin û wan bi çand û adatên bav û kalan bidin naskirin.”

Ji bilî parçeyên hesin, amûrên kevnare û karên destan, Cîhanê jî kirasên kurdî yên jinan, yên ji her temenekî jî di nava mûzexaneya xwe de nîşan dide.

Cîhan Îbrahîm dibêje: “Ev cilê min niha lixwe kiriye, di cejna Newrozê de dihate lixwekirin. Cilên din jî yên taybet bi şeva Hineyê hene, herwiha fîstanê Kurmancî yê taybet bi Efrînê heye. Fîstanine din yên keçên ciwan jî hene.”

Li ser dirêjahiya desthilatdariya rêjîma Sûriyeyê, ti muzexan li bajarê Efrînê nehatibû vekirin, ta ku parçeyên wê yên dîrokî biparêze, nemaze ew parçeyên ku li cihên şûnewarî yên weke keleha Hûrî, girê Eyn Dara û Keleha Semanê û cihên din dihatin dîtin. Hikûmetê parçeyên şûnwarî yên Efrînê ji bo mûzexaneyên Heleb û Şamê vediguhestin. Niha jî desthilata opozîsyona Sûriyeyê heman kiriyaran dike.