Namzedê HudaParê yê Diyarbekirê projeyên xwe eşkere kirin

Diyarbekir (K24) - Partiya Doza Azad Huda Parê li Diyarbekirê ligel namzedê xwe yê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê daxuyaniyek da çapemeniyê û projeyên xwe ragihandin.

Di projeyên Huda Parê de hat diyarkirin ku di serî de ol û ziman, ew ê li hemû nirxên gelê Kurd xwedî derkevin û hewila wan ew e ku di vê pêvajoyê de nêrîna xelkê ya li hember Huda Parê biguherînin.

Di daxuyaniyê de rêveberên Huda Parê yên Diyarbekirê, ligel Namzedê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê yê Huda Parê Farûk Dînç, ku di heman demê de Parlamenterê Huda Parê yê Mêrsînê ye; xebat û projeyên partiyê ragihandin.

Farûk Dînç di daxuyaniyê de diyar kir ku ew di pêvajoya hilbiajartinê de girîngiyê didin serdanên gel, da ku hişmendiya li dijî Huda Parê bê şikandin û bê zanîn ku Huda Par hem ji bo ola Îslamê hem jî ji bo mafên gelê Kurd ên rewa siyasetê dike.

Di nav axaftinan de li ser girîngiya stratejîk a Diyarbekirê jî rawestiyan û hat diyarkirin ku ji bilî nav bajêr û navçeyên wê, ji bo gundan jî projeyên wan hene.

Di nav projeyên wan ên giştî de jî hat ragihandin ku ew ê ji tekûzkirina rûxandinên li nav bajêr heta alîkariya aboriyê ya ji bo jin, ciwan û xwendekaran xebatan bimeşînin.

Her wiha hat ragihandin ku ew ê ji 81 bircên Diyarbekirê her yekê bikin nûnertiya bajarekî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û dê bircek jî ji bo nûnertiya Qudsê bê veqetandin.

Dîsa vekirina kursên ji bo zaravayên Kurdî û zimanê Erebî; her wiha kreşên ji bo zimanê dayikê jî di nav projeyên wan ên girîng de cih digirin.