Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî di salvegera Serhildana gelê Kurdistanê de

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Bi helkeftina salvegera Serhildana gelê Kurdistanê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê serê sibeha îro peyamek belav kir, tê de Serhildan wekî werçerxaneke dîrokî li beranberî stem û dagirkirinê binav kiriye.

Deqê peyama Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî:

Di salvegera 33ê ya Serhildana pîroz a sala 1991ê ya gelê Kurdistanê de, ez gerimtirîn pîrozbahî li xelkê Kurdistanê û Pêşmergeyên qehreman û malbatên serbilind ên şehîdan dikim. Min rêz û hurmet ji bo tevaya têkoşer û kurdistanperwer û pişkdarên Serhildanê hene, herwesa ji bo tevaya wan kesên ku di rêya karwanê azadî û serfirazî û pêşkeftin û avedanî û xweragiriya Herêma Kurdistanê de zehmet kêşaye û westiyane, silav ji bo canê pakij ê wan şehîdên ku di vê rêyê de canê xwe feda kiriye.

Serhildana Adara 1991ê yek ji giringtirîn rûdanên berhemdar ên dîroka Kurdistanê ye û şanaziyeke mezin û serweriyeke mezin a gelê Kurdistanê ye, ku berhemê yekrêzî û hevgirtina tevaya tex û çîn û pêkhatên gelê Kurdistanê û hêz û aliyên Kurdistanî bû, redkirina biyekcarî ya stem û dagirkirin û bindestiyê bû, berhema wê çêbûna qewareya federalî ya Herêma Kurdistanê û dezgehên rewa û destûrî yên Herêma Kurdistanê bû.

Îro ku em bîranîna Serhildanê zindî dikin, gelek giring e û pêdivî ye ku hemî alî û pêkhat û her kitekesekî Kurdistanê bi yekrêzî û yekdengî tekezê li ser destkeftiyên niştîmanî û mafên destûrî yên gelê Kurdistanê bike.

Lewma pêdivî ye em qewareya federalî ya Herêma Kurdistanê û nirxên bilind ên Serhildanê û bingehên pêkvejiyana aştiyane û aştîxwazî û mirovdotiya gelê Kurdistanê herdem biparêzin û pêşve bibin, bi piştrastî jî ve serweriya me tevan girêdayî hebûna Kurdistanê ye.

Bila bîranîna Serhildanê zêdetir piştevana me be, ji bo ku em piştevanên qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bin, ji bo ku bikare bi baştirîn awa xizmeteke hejîtir pêşkêşî tevaya xelkê Kurdistanê bike û em bi hev re Herêma Kurdistanê ber bi qonaxeke pêşkeftîtir ve bibin.

Bilind û pîroz be salvegera Serhildana Adara 1991ê.

Em serê rêz û hurmetê ji bo şehîdên Serhildanê û tevaya şehîdên Kurdistanê diçemînin.

 

Mesrûr Barzanî

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê

5ê Adara 2024ê