Muazzez Baktaş bi alaya Kurdistanê xebatên xwe dimeşîne

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Li Bakurê Kurdistanê bi pirranî rikeberiya hilbijartinên şaredaryan navbera partiyên siyasî de derbas dibe lê li Batmanê namzetek a serbixwe jî tevlî vê rikeberiyê buye ku Karsaza Kurd Muazzez Baktaş buye namzeta Şaredariya Batmanê û ji xwe bawer e ku li dijî Dem Partî Huda Par û Ak Partiyê bi ser bikeve.

Muazzez Baktaş, karsazek a Kurd e û ji Batmanê ye. Van rojan Muazzez Baktaşê kelecan û mijuliyek rengîn girtiye û şev û roj dixebite. Muazzez Baktaşê biryar daye ku xizmeta bajarê xwe Batmanê bike û ji bo vê yekê jî bûye Namzeta Serbixwe Ya Şaredariya Batmanê. Muazzez Baktaş dibêje daxwazek gelek zêde ji wê dihat kirin ku bo şaredariyê bibe namzet û wê jî xwestiye ximzeta warê bav û kalên xwe bike.

Namzeta Serbixwe ya Şaredariya Batmanê Muazzez Baktaş ji K24ê re got: “Ez gelek li nav Batmanê geriyam û xelkê digot şaredarî naşixule. Daxwaz ji min hat kirin ku bibm namzet. Me dît daxwazên wan ji hêviyên me zêdetir in me jî got em Batmanê bi hevre ava bikin.”

Muazzez Baktaş a ku navbera partiyên siyasî yên li Batmanê xwedî hêz in de buye namzet dibêje ew dixwaze ji her alîyî ve xizmeta Batmanê bike û amaje dike ewê hem Batmanê bike bajarek bedew, hem li çand û zimanê kurdî xwedî derbikeve û hem jî bo dabînkirina kar bo gêncan ewê veberhênanê jî bikêşe Batmanê û. Baktaş dide zanîn ew dixwaze di projeyên xwe de sudê ji projeyên serkeftî jî werbigre.

Muazzez Baktaş dibêje: “Dema em werin ser kar emê projeya Qurnîşa Zaxo bînin li Çemê Êlihê cîbicî bikin. Emê kar û xebatên xwe de zimanê kurdî bi kar bînin, emê dawiyê li bêkariyê bînin û her wiha hemu xebatên xwe de Alaya Kurdistanê li cem xwe digerînin.”

Yek ji remzên Batmanê jî Petrol e ku salane 556 hezar û 861 bermîl petrol tê derxistin ku Muazzez baktaş dide zanîn dema ew were ser kar dê dahat petrole ji bo Batmanê xerç bike.