Parêzgerê Dihokê: Em hejmareke pirojeyên pêşkeftî li Şêxanê bi cih tînin

Elî Teter
Elî Teter

Navenda Nûçeyan (K24) - Parêzgerê Dihokê berê binyatî ji bo pirojeyeke pîşesazî ya pêşkeftî li Şêxanê dana û tekez kir ku, razîbûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê wergirtiye û hejmareke pirojeyên xizmetkarî yên din jî li wê deverê bi cih tînin.

Îro (Çarşem, 13.03.2024) ku roja salvegera serhildana qezaya Şêxanê ye, di merasîmekê de bi amadebûna Parêzgerê Dihokê Elî Teter û xelkê wê Şêxanê û bi gojimê zêdetirî çar milyar dînaran, berê binyatî ji bo pirojeyeke pîşesazî ya pêşkeftî hat danan.

Parêzgerê Dihokê Elî Teter di daxuyaniyekê de ji K24ê re ragehand, “Serokê Hikûmeta Herêma kurdistanê her bi vê helkeftê razîbûna xwe li ser terxankirina zêdetirî 11 milyar û 700 milyon dînarên din ji bo bicihanîna çend pirojeyên xizmetkarî ji bo xelkê vê deverê diyar kiriye”.

Ev di demekê de ye ku duhî jî (Sêşem, 12.03.2024) Parêzgerê Dihokê Elî Teter serdana qezaya Akrê kir û bi helkefta salvegera serhildana wê, bi gojimê zêdetirî heft milyar dînaran, berê binyatî ji bo pênc pirojeyên xizmetkarî li navenda wî bajarî dana.

Parêzgerê Dihokê duhî tekez jî kir, “Di ser wan qeyranên aborî re yên ku ji me re tên çêkirin û ew astengên di rêya me de tên danan, karwanê avedaniyê li jêr çavdêriya rasterast a Serokê Hikûmeta Herêma kurdistanê Mesrûr Barzanî li seranserî parêzgeha Dihokê berdewam dibe”.

Navbirî di pareke din a gotinên xwe de amaje da, “Wekî ku me pêştir jî gotiye, ez xelkê xwe piştrast dikim ku li sinorê parêzgeha Dihokê ji niha û pê de her heftiyekê an hindek piroje dê bên vekirinan an jî berê binyatî ji bo hindek pirojeyên din dê bê cudahî li tevaya qeza û nahyeyan bê danan”.