Civata Wezareta Xwandina Bilind çend biryarên giring derdixe

Civîna Civata Wezareta Xwandina Bilind li zanîngeha Silêmaniyê
Civîna Civata Wezareta Xwandina Bilind li zanîngeha Silêmaniyê

Navenda Nûçeyan (K24) - Civata Wezareta Xwandina Bilind û Lêkolînên Zanistî di civîna îro de biryar li ser daşkandina 20% ya kirêya xwandina berahiyê (paralel + êvaran) û xwandina bilind (diploma bilind, master û diktora) li tevaya zanîngeh û peymangehên hikûmî yên Herêma Kurdistanê da, herwesa xwendekarên borda Kurdistanê ku bi awayê paralel hatine wergirtin û ji her sê serkeftiyên yekê ne û nehatine damezrandin ji bo kirêya wandinê tên efûkirin.

Civata Wezareta Xwandina Bilind û Lêkolînên Zanistî îro (Yekşem, 17.03.2024) li zanîngeha Silêmaniyê civiya, ku Wezîrê Xwandina Bilind, Wekîlê Wezaretê û tevaya zanîngehên hikûmî, şêwirmend û birêveberên giştî tê de amade bûn. Di çarçoveya wê civînê de, çend biryar ji bo berjewenda xwendekaran hatine derxistin.

Civata Wezareta Xwandina Bilind û Lêkolînên Zanistî tekez li ser pêdivîtiya vekirina pişkên nû li zanîngeh û peymangehan li dû pêdivîtiyên bazara Kurdistanê kir.

Li dû ragehandina Civata Wezareta Xwandina Bilind û Lêkolînên Zanistî, tewerê yekê yê wê civînê girêdayî daxwazên hejmareke xwendekarên diploma bilind, master û diktorayê ji zanîngehên Kurdistanê ji bo sala xwandinê ya 2023-2024ê bû, ku li ezmûnên gera duyê ya werzê yekê dernekeftibûn.

Civata wezaretê biryar da desthilatê bi civatên zanîngehên Kurdistanê bide, ji bo biryardan û yekalîkirina tevaya rewşên wekhev li nav civatên zanîngehan.

Tewerekî din ê wê civînê girêdayî aliyetên wergirtina kirêya xwandina berhaiyê (paralel + êvaran) û xwandina bilind (diploma bilind, master û diktora) ji xwendekarên zanîngehên Herêma Kurdistanê bû.

Civata wezaretê biryar li ser daşkandina 20% ya kirêya xwandina berahiyê li tevaya zanîngeh û peymangehên hikûmî yên Herêma Kurdistanê da, ku wî pereyê li cem xwendekaran maye bidin, bi şertekî berî 5.5.2024ê bi yek qistî tevaya wî pereyî bidin, ev tenê ji bo sala xwandinê ya 2023-2024 tê bicihanîn.

Herwesa di wê ragehandinê hatiye ku, di pareke din a wê civînê de daxwazên xwendekarên borda Kurdistanê ku bi awayê paralel hatine wergirtin û ji her sê serkeftiyên yekê ne û nehatine damezrandin ku ji bo kirêya xwandinê bên efûkirin, danûstandin li ser hatine kirin û civata wezaretê daxwaza wan pejirand.