Li Sêrtê pevçûna muxtariyê çê bû, kuştî û birîndar hene

Li Sêrtê pevçûna muxtariyê çê bû, kuştî û birîndar hene
Li Sêrtê pevçûna muxtariyê çê bû, kuştî û birîndar hene

Diyarbekir (K24) - Di saetên dawî yên ber bi hilbiajrtinên herêmî yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de hat ragihandin ku, li gundê Qesrikê yê ser bi Sêrta Bakurê Kurdistanê ve li ser muxtariyê pevçûn derket û di encamê de kuştî û birîndar hene.

Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Parêzgariya Sêrtê hat ragihandin, li gundê Qesrikê yê ser bi Sêrta Bakurê Kurdistanê ve di nav du koman de pevçûna li ser muxtariyê çê bûye û di wê pevçûnê de welatiyek hat kuştin û 4 welatî jî birîndar bûn.

Hat ragihandin ku, kesek ku li ser çek hatiye qefaltin hatiye binçavkirin û di derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Her wiha hat ragihandin ku ji bo cihê bûyerê, bergirên ewlehiyê ji aliyê leşkeran ve hatine girtin.