PDK-S: Husam Dorsin ji aliyê çekdarên ser bi PYDê ve hat revandin

Husam Dorsin
Husam Dorsin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hat ragihandin ku grûpeke çekdar a ser bi PYDê ve welatiyek li bajarê Dêrikê revand û ber bi cihekî nediyar ve bir.

Malpera PDK-Sê belav kir, çekdarên bi ser PYDê ve duhî sêşemê welatiyê bi navê Husam Dorsin ji bajarê Dêrikê ber bi cihekî nediyar ve revand.

Hat zanîn ku Husam Dorsin pismamê endamê Polîtburoya PDK-Sê Behzad Drosin e ku ji Cotmeha 2012an ve hatiye revandin û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e. PDK-Sê jî PYDê ji ber revandina wî berpirsyar dibîne.

Di çend rojên borî de û li gorî daxuyaniyên cuda yên ENKSê, “Şeva 29ê Adara borî rojnamevan Rakan El-Ehmed, roja 1ê Nîsanê jî medyakar û endamê Xwecihiya Girkê Legê yê ENKSê Merwan Liyanî û 2 Nîsanê jî rojnamevan Ehmed Sofî ji aliyê komên çekdar ên ser bi PYDê ve li Girgê Legê û Dêrikê hatine revandin.”