Komên çekdar ên li Şingalê peymana Pêkvejiyana Civakî red dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Komên çekdar ên girêdayî PKKê li Şingalê peymana Pêkvejiyana Civakî ya ku di dawiya meha Adarê de di navbera eşîrên Ereb, aliyên Îslamî û Êzîdî de hatibû îmzekirin red kirin, ku armanca wê dubare avedankirina bajêr, aştiya civakî û pêkvejiyana hevbeş e.

Roja 30ê Adara borî, hejmarek ji serokên eşîrên Ereb û Êzidî, ji bo pêkanîna aştî û pêkvejiyana hevbeş di navbera her du civakan de, peymanek bi navê Pêkvejiyana Civakî îmze kirin. Tiştên herî girîng di nava wê peymanê de, nûavakirina deverê, komkirina hemû dosyeyên tawan û terorê bo dezgehên dadwerî û ewlehiyê û vegera xelkê bo mal û gundên xwe bûn.

Herwiha di peymanê de daxwaz hatiye kirin ku rewşa ewlekarî ya bajar û derdora wê were yekkirin û hemû hêzên çekdar bi yek îdareyê bin û bi hikûmetê ve werin girêdan. Herwiha proseya qerebûkirina kesên ku ziyan dîtine, bi taybetî xizmên qurbaniyan bê kirin, projeyên dabînkirina ava vexwarinê, projeyên avdanê ji bo rûbirûbûna bandorên guherîna keşûhewayê û pêşxistina sektora çandiniyê li herêmê bên cibicîkirin.

Zêdetirî neh salan ji piştî rizgarkirina Şingalê ji DAIŞê, gelek koçber ji tirsa nebûna ewlehî û kontrolkirina deverên wan ji aliyê milîs û komên çekdar ve red dikin ku vegerin malên xwe.

Li ser vê yekê, Mihemed Ednan ku kesekî navdar ê eşîra El-Bohemdan e got, yên ku li dijî peymanê ne, kesên nêzîkî PKKê, hevalbendên Îranê û yên di nav komên çekdar ên Iraqê de ne.

Got jî, di peymanê de piştgirîkirina Şingalê û çareserkirina pirsgirêkên civakî û danîna planeke bingehîn ji bo vegerandina koçberên ku ev nêzî 10 sal in li kampan dijîn e. Herwiha cibicîkirina vê peymanê ji bo aramî û aştiya civakî û pêkvejiyana hevbeş a pêkhateyan li Şengalê, gaveke erênî ye.