Erdogan piştî 13 salan dê serdana Hewlêr û Bexdayê bike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ragihand, ew roja duşemê serdana Iraqê dike û diçe Bexda û Hewlêrê jî. Got jî: “Ev serdaneke paşxistî ye û me got ku dema hilbijartinên Tirkiyeyê bi dawî bibin, emê serdanê bikin.”

Biryar bû Erdogan di Îlona sala borî de serdana Iraqê bikira, lê Enqereyê derbarê vê serdanê de tiştek negot, ev jî di demekê de bû ku nakokiyên di navbera her du welatan de li ser mijarên av û enerjiyê hebûn.

Serokomarê Tirkiyeyê got: “Em ê li Bexdayê bi Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd û Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî re bicivin û piştre serdana Hewlêrê bikin. Li Hewlêrê jî dê derfeta me hebe ku em mijarên girêdayî hikûmeta navendî gotûbêj bikin. Helbet ev mijar, em ê di bin sîwana giştî ya têkiliyên Tirkiye û Iraqê de gotûbêj bikin.”

Tê çaverêkirin ku piştî serdana Erdogan, Tirkiye û Iraq pêwendiyên xwe baştir bikin, herwiha tê çaverêkirin ku Enqere û Bexda rêkeftineke stratejîk îmze bikin, ku tê de mijarên ewlekarî, aborî û geşepêdanê û herwiha mijarên av û enerjiyê jî hene.

Di serdana Erdogan a bo Iraqê de, mijarên av û enerjiyê, hevkariya têkoşîna li dijî terorê, çalakiyên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û projeya “Riya Geşepêdanê” dê bên rojevê.

Erdogan got jî: “Em daxwazên ku aliyên Iraqî ve derbarê avê de pêşkêş kirine, lêkolîn dikin. Em hewl didin vê pirsgirêkê bi wan re çareser bikin. Wê gavên me jî di vî warî de bin.” Diyar kir jî: “Pirsgirêkên hinardekirina gaza sirûştî û petrolê bo Tirkiyê hene û em hewl didin wan jî çareser bikin.”

Recep Tayyîp Erdogan bi vê serdanê, di dîroka Tirkiyeyê de dibe yekem Serokomarê Tirkiyeyê ku serdana Iraqê bike.

Erdogan bi serdana bo Bexda û Hewlêrê, di dîrokê de dibe yekem Serokomar û Serokwezîrê Tirkiyê ku serdana Hewlêrê dike. Erdogan herî dawî sala 2011an wek Serokwezîrê Tirkiyeyê serdana Iraqê kiribû.