Sibe sempozyomeke girêdayî rojnamevaniya Kurdî li Hewlêrê tê birêvebirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Sibe, di bîranîna 126 saliya rojnamevaniya Kurdî de, sempozyomek bi drûşma “ragehandina Kurdî di navbera parastin û şêwandina ewlehiya niştîmanî de” li Hewlêrê tê birêvebirin.

Sibe (Duşem, 22.04.2024) 126 sal bi ser derkeftina rojnameya yekê ya Kurdî re derbaz dibin, bi vê helkeftinê seet 10:00 ê sibehê sempozyomek bi drûşma “ragehandina Kurdî di navbera parastin û şêwandina ewlehiya niştîmanî de” li hola Kitêbxaneya Kolîja Perwerdeya Binyat li Hewlêrê bi rê ve diçe”.

22ê Nîsanê wekî roja rojnamevaniya Kurdî hatiye nasandin, 126 sal bi ser derkeftina rojnameya yekê ya Kurdî re derbaz dibin û niha Herêma Kurdistanê xwediya zêdetirî hezar û 200 dezgehên medyayê yên temaşekirinê û guhdarîkirinê û xwandinê ye.

Derkeftina hejmara rojnameya Kurdistanê li sala 1898ê ji aliyê Mîqdad Medhet Bedirxan ve bû xala destpêkê ya xwedîtiya gelê Kurd di warê rojnamevaniyê de, ji wê demê heta niha rojnamevaniya Kurdî di gelek qonaxên giran re derbaz bûye û tevî hemî astengan berdewamî pê hatiye dan.