Sidqî Zîlan: Tirkiye nikare bê petrola Herêma Kurdistanê aborê xwe rast bike

Sidqî Zîlan
Sidqî Zîlan

Navenda Nûçeyan (K24) - Çavdêrekî siyasî radigehîne, “serdana Serokkomarê Tirkiyeyê ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê çend teweran vedigire, wekî pirsa PKKyê û ewlehiya Tirkiyeyê, herwesa mijarên aborî û peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê û destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê”. Herwesa dibêje, “Tirkiye nikare bê petrola Herêma Kurdistanê aborê xwe rast bike”.

Çavdêrê Siyasî Sidqî Zîlan li Diyaberkirê ji K24ê re ragehand, “Tirkiyeyê ji aliyê aborî ve pêdivîtî bi Herêma Kurdistanê heye, xasma petrola wê”. Herwesa got, “Tirkiye nikare bê petrola Herêma Kurdistanê aborê xwe rast bike”.

Sidqî Zîlan amaje jî da, “Peywendiyên bazirganî yên navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê di 20 salên borî de gehiştine astekî baş”.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ragehand ku, sibe (Duşem, 22.04.2024) serdana Bexda û Hewlêrê dike”.

Erdogan yekem Serokkomar û Serokwezîrê Tirkiyeyê ye ku serdana Hewlêrê dike. Wî li sala 2011ê jî serdana Îraqê kiribû.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan roja Îniyê, 19.04.2024, di dema temambûna nivêja Îniyê de ji rojnamevanan re ragehand, “Di çarçoveya serdana xwe ya ji bo Bexdayê de, ez dê serdana Hewlêrê jî bikim”.

Pêştir jî Erdogan ragehandibû ku mimkin e serdana Hewlêrê bike lê vê carê amaje da wan teweran jî yên ku dê li Hewlêrê bên behskirin. Eşkere jî kir ku serdana wî ji bo Bexda û Hewlêrê dê di rojekê de be.

Şanda Erdogan ji Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, Berpirsê Dezgeha Hewalgiriyê ya Tirkiyeyê (MÎT) Îbrahîm Kalin, Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyeyê Alparslan pêk tê, ku her yek ji wan pêştir serdana Bexda û Hewlêrê kiriye.