Aram Biradostî: Arêşeyên Hilbijartinên Perlemana Kurdistanê siyasî ne

Aram Biradostî
Aram Biradostî

Navenda Nûçeyan (K24) - Şarezayekî hilbijartinan radigehîne, “Biryara Dadgeha Federalî li şûna Perlemana Kurdistanê ne qanûnî ye”. Herwesa dibêje, “Ji ber wan arêşeyên teknîkî û siyasî yên ku ji bo hilbijartinên Perlemana Kurdistanê hatine çêkirin, dabînkirina derfeta tevlîbûna di piroseya siyasî û birêvebirina welatî de hatiye lengkirin”.

Şarezayê Hilbijartinan Aram Biradostî îro (Yekşem, 21.04.2024) ji K24ê re ragehand, “Hejmareke arêşeyên di rêya hilbijartinên Perlemana Kurdistanê de teknîkî ne û hejmarek jî arêşeyên qanûnî û siyasî ne, her ev sedem bûn ku arêşe di rêya birêveçûna wê piroseyê de çê bûn”.

Wî şarezayê hilbijartinan amaje jî da, “Bêparkirina pêkhatan ji hilbijartinên Perlemana Kurdistanê arêşeyeke siyasî ye”.

Navbirî di derheqa arêşeyên teknîkî de jî got, “Şûntilên 400 hezar dengderan nayên xwandin, ku van dengderan di hilbijartinên sala 2021ê de arêşe nebûne”.

Aram Biradostî eskere jî kir, “Ji ber wan arêşeyên teknîkî û siyasî yên ku ji bo hilbijartinên Perlemana Kurdistanê hatine çêkirin, dabînkirina derfeta tevlîbûna di piroseya siyasî û birêvebirina welatî de hatiye lengkirin”.

Navbirî tekez jî kir, “Divê li Herêma Kurdistanê tekez li ser wê yekê bê kirin ku arêşeya şûntilên dengderan bê çarekirin”. Herwesa got, “Pêdivî bû arêşeya pêkhatan ji aliyê Perlemana Kurdistabê ve hatiba çarekirina, ne ku ji aliyê Dadgeha Federalî ve”.

Aram Biradostî amaje jî da, “Biryara Dadgeha Federalî li şûna Perlemana Kurdistanê ne qanûnî ye”.