Civata Wezîran danûstandinan li ser mûçeyan û du pirsên din dike

Rûniştineke Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê / Erşîf
Rûniştineke Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê / Erşîf

Navenda Nûçeyan (K24) - Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê îro (Çarşem, 24.04.2024) bi serperiştiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî dicive û danûstandina li ser çend mijaran dike.

Li dû ragehandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di para yekê ya rûniştina Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê de, danûstandin li ser raporta hevpar a Wezareta Darayî û Aborî û Şanda Danûstandinan tên kirin, ku girêdayî danana mîkanîzma pêdivî ji bo bicihanîna pabendiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di warê dahatan de û bankkirina dana mûçeyan li dû destûr û qanûna budceya federalî û qanûna birêvebirina darayî ya federalî ye.

Di para duyê ya wê rûniştinê de, wekî ku di ragehandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hatiye, çend pêşniyarên girêdayî hêsankariyên vegerandina pêşîneyên bankên pisporî ji aliyê welatiyan ve, herwesa qerên bazirganî û rêjeya feydeyê bankan li dû qanûna çaksaziyê tên berçavkirin.

Di para sêyê ya wê rûniştinê de, danûstandin li ser dengdana li ser reşnivîsa peyrewê vavartina belênderan û danana wan di lîsta bêparkirina ji pişkdaran tên kirin.