Zaxo û Dewhe dibin destexûşk

Serperiştê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê û Serokê Şaredariya Dewheyê / Wêne: Îslam Yûsif - Kurdistan24
Serperiştê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê û Serokê Şaredariya Dewheyê / Wêne: Îslam Yûsif - Kurdistan24

Navenda Nûçeyan (K24) - Biryar hatiye dan ku Zaxo û Dewhe bibin destexûşk û li paşerojeke nêzîk zêdetir serdan û kar ji bo vê meremê tên kirin.

Ev çend roj in ku şandeke Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê bi serokatiya serperiştê wê îdareyê Guhdar Şêxo û bi merema berdewamîdana bi peywendiyên dualî li welatê Qeterê ye.

Ragehandina Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê ragehand, îro (Çarşem, 24.04.2024) Serperiştê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê Guhdar Şêxo bi Serokatiya Şaredariya Dewheyê re civiya û biryar hat dan ku her du bajarên Zaxo û Dewhe bibin destexûşk.

Her li dû wê ragehandinê, di paşerojeke nêzîk de hejmareke kar û serdanan di navbera şandên her du aliyan de ji bo wê meremê tên kirin.

Ev di demekê de ye ku di çarçoveya berdewamîdana bi peywendiyên Herêma Kurdistanê û Qeterê de; li roja 31.10.2023ê, Hisên Elî Fezale karûbarên fermî yên destbikarkirinê wekî Konsulê Giştî yê Qeterê li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê pêşkêşî Serokê Fermangeha Merasîmên Wezareta Derve ya Îraqê Emar Dawid kir û wekî konsulê wî welatî li Hewlêrê dest bi karî kir.