Li Şirnexê dîsan qedexe hat ragehandin

Şirnex - Erşîf
Şirnex - Erşîf

Diyarbekir (K24) - Ji aliyê Parêzgeriya Şirnexê ve hat ragihandin, di navbera 25ê Nîsanê heta 9ê Gulanê Çiyayê Gabarê aliyê ber bi Basaya devera Şirnexê ve di sala 2024an de cara 6ê ye 15 rojan hatiye qedexekirin.

Parêzgeriya Şirnexê di derheqa qedexeyan de ragihand:

“Di navbera 25ê Adarê heta 9ê Gulanê de Çiyayê Gabarê aliyê ber bi Basaya devera Şirnexê ve weke herêmên taybet hatine nîşandan û têkeftina wê deverê bi awayekî demkî hatiye qedexekirin.

Herwiha ji aliyê din ve li Herêma Çiyayê Cûdî ku di nav sinorên Devera Navendî ya Şirnexê, deverên Silopiya û Cizîrê de jî di eynî demê de 15 rojan qedexe hatiye ragihandin..’’