Li Stenbolê ji ber Roja Karkeran a Cîhanî rêyên diçin Meydana Taksîmê hatin girtin

Taksîm
Taksîm

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Stenbolê îro 1’ê Gulanê wekî Rewşa Awarte, rêyên ku diçin Taksîmê girtî ne û qedexe li ser çûnûhatina giştî hatiye ragihand.

Li Stenbolê îro 1ê Gulanê, Roja Karkeran a Cîhanê qedexe li ser tora çûnûhatinê hat danîn û meydana Taksîmê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye girtin.

Li gor biryara walîtiyê li Stenbolê gelek xetên çûnûhatina giştî hatin girtin. Biryara qedexeyê ji demjimêr 04.00an de destpê dike.

Bi pêşengiya Konfedresyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger û bi beşdariya dehhezaran karkeran 1ê Gulanê Roja Karkeran a Cîhanî li Stenbolê tê pîrozkirin.

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê ev 10 sal in meydana Taksîmê ji bo ahengên Roja Karkeran qedexe dike û her sal bi dehan kesên ku li dijî vê biryarê derdikevin û hewl didin Roja Karkeran li meydana Taksînmê pîroz bikin tên binçavkirin.

Meydana Taksîmê ji bo partî û rêxistinên çep û sendîka û saziyên sivîl ên Tirkiyê cihekî sembolîk û dîrokî ye.