Pispor: Pêwendiyên Enqere û Hewlêrê dikevin qonaxeke nû

Karvedanên li ser erkdarkirina Mesrûr Barzanî bo avakirina hikûmeta nehem ya Kurdistanê li hemû cîhan û welatên herêmê didomin.
kurdistan24.net

 

K24 – Enqere

Karvedanên li ser erkdarkirina Mesrûr Barzanî bo avakirina hikûmeta nehem ya Kurdistanê li hemû cîhan û welatên herêmê didomin. Li gorî pisporên Tirkiyê, hikûmeta Enqerê bi germî serokwezîrtîya Mesrûr Barzanî pêşwazî dike. Pispor dibêjin, di heyama nû da wê peywendîyên Tirkiye û Kurdistanê ji aliyê sîyasî û aborîyê ve pêşdatir biçin û serdan û hevdîtinên dualî jî zêdetir bibin. Li alîyê din karsazên Kurd jî ji erkdarkirina Mesrûr Barzanî kêfxweş in û hêvî dikin ku him peywendîyên Enqere û Hewlêrê ji berê baştir bibin, him jî di warê aborîyê da di navbera her du alîyan da derfetên nû peyda bibe.

Bi rêûresmeke fermî Mesrûr Barzanî ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Herêma Kurdistanê hat erkdarkirin. Wek hemû cîhan û herêmê ev geşedan li Tirkîyê jî ji nêz va tê şopandin. Li Enqereya paytexta Tirkiyê namzediya serokwezîrtîyê ya Mesrûr Barzanî di pêwendiyên Kurdistan û Tirkiyê de wek heyameke nû tê nirxandin.

Pisporên sazîya ramanî ya Navenda Lêkolînên Rojhilata Navîn ORSAMA'a ku wek nêzî hikûmeta Tirkîyeyê tê zanîn, destnîşan dikin ku wê di dema serokwezîrtîya Mesrûr Barzanî da di warên sîyasî û aborî da peywednîyên Tirkiye û Kurdistanê pêşve biçin. Pisporê Iraq û Kurdistanê Tuna Aygun dibêje, serdana dawî ya Mevlut Çavuşoglu ya bo Hewlêrê jî dide nîşan ku Tirkiye di asta herî bilind da piştgirî dide guhertinên li Herêma Kurdistanê. Li gorî Aygun, piştî avakirina kabîneya Kurdistanê wê serdan û hevdîtinên dualî zêdetir çêbibin.

Pisporê ORSAM'ê Tuna Aygun ji K24ê re wiha axivî: "Ji ber tecrûbeya xwe ya berê Mesrûr Barzanî him li herêmê kêşeyên ewlehîyê baş dizane, him jî baş dizane ku ev pirsgirêkên heyî çawa bandor didin ser peywendîyan. Ji loma jî wê di têkilîyên derve ya herêmê da polîtîkayeke hevsengîyê bimeşîne. Di serokwezîrtîya Mesrûr Barzanî da peywendîyên Enqere û Hewlêrê herî zêde wê li ser ewlehî û aborîyê bimeşe û pêşda biçe û peywendî wê ji berê baştir bibin."

Her wiha karsazên Kurd ku li Enqerê kar dikin ji erkdarkirina Mesrûr Barzanî kêfxweşîya xwe tînin ziman. Karsazê Kurd Abdunnasir Çetîn dibêje, ew hêvî dikin ku di heyama serokwezîrtîya Mesrûr Barzanî da peywendîyên Enqere û Hewlêrê ji berê baştir bibe û di warê aborîyê da di navbera her du alîyan da derfetên nû peyda bibe.

Abdunnasir Çetîn dibêje: "Kek Mesûr Barzanî mirovekî kûr û zana ye. Dinyayê baş dinase. Peywendîyên wî yên li gel Amerîka û Tirkiyê baş e, sîyasetê baş dizane. Ji bo Kurdistanê tiştekî bixêr bûye. Bawerîya min ev e, di dema serokwezîrtîya wî da yekser ji bo Tirkîyeyê, ji bo Kurdên Tirkîyê, ji bo Kurdistan û Îraqê, wê baş be. Yanê kek Mesrûr heta roja îroyîn sîyasetê baş meşandîye û wê sîyaseteke baş jî bide meşandin."

Pispor û şîrovekarên sîyasî yên li Tirkîyê destnîşan dikin ku ji bo pêşketina peywendîyên Tirkiye û Kurdistanê û ji bo destkeftî û bidestxistina mafên Kurdan li Tirkiye û Bakur serokwezîrtîya Mesûr Barzanî wek derfet û heyameke nû dinirxînin.