Mûzekjen Nûrşîn û Perwîn li Kobanê bi hêvî ne
K24 – Kobanê
Nûrşîn û Perwîn du keçên Kobanî û xwişkên hev in, ji hayema 4 salan ve li bajarê Diyarbekirê yê Bakurê Kurdistanê akademiya mûzîkê xwendin û piştre careke din vegeriyane Kobanê, ta ku xewnên xwe bicih bînin.
Nûrşîn amûra kamanê û Perwîn sentûr dijenînin, nihe ew hewl didin komeke okesterayê ava bikin û asta mûzîkê li Kobanê bilind bikin. Herdu xwişik bi hev re rojane nêzî 7 demijêran perwerde dibin û roj bi roj aste xwe bilind dikin, her wihe 2 gropên mûzîkê yên nifşin biçûk fêrî amorên xwe û mûzîkê dikin.
Nûşîn û Perwîn bi vegera xwe ji bo Kobanê pir kêfxweş in, lê ew dibêjin ku rastî gelek astengiyan tên, wek nebûna cîh ji bo perwrdeyê.
Nûrşîn û Pewrîn yekemîn mûzikvanên ji nifşê nû li Kobanê ne ku bi awayekî akademî mûzîkê dixwînin. Ji ber ku hêvî û xewnên wan di asoya mûzîkê de pir mezin in, ew dema xwe dûrî torên civakî derbas dikin û hemî dema xwe dixin xizmeta mûzîkê.