Li Diyarbekirê xebatên pêşbirka stranbêjiya Kurdî "The Legend" hat kirin

Televizyona Ava Entertiament ji bo ku strenbêjê efsaneyê Kurd were bijartin amadekariyên pêşbirka "The Legend" ango Efsane didomîne.

K24- Amed

Televizyona Ava Entertiament ji bo ku strenbêjê efsaneyê Kurd were bijartin amadekariyên pêşbirka "The Legend" ango Efsane didomîne. Piştî Stenbolê li Diyarbekirê jî vederkirinên mezintirîn pêşbirka stranbêjiya Kurdî hatin kirin. Ji çar aliyên welêt bi dehan keç û xortên ku serlêdana pêşbirkê kirin strên hunermendên Kurd ên navdar striyan. Beşdadên pêşbirkê ragihandin qenalê Ava Entertaîment ji bo pêşvebirina çand û hunera Kurdî gaveke girîng dihavêje û bi vê gavê dê gelek dengên hêja yên Kurdan werin keşifkirin.

Televizyona Ava Enterteiment ji bo pêşvebirina çand û zimanê Kurdî pêşbaziya stranbêjiya Kurdî li dar dixe. Pêşbaziya ku bi nava "The Legend" ango Efsane tê amadekirin. Piştî li Stenbolê li Diyarbekirê jî keç û xortên Kurd serî li pêşbaziyê dan û stranên hunermendên wekî Ciwan Haco, Şivan Perwer, Bilind Ibrahîm, Mihemed Şêxo, Şakiro û hunermendên din ên hêja striyan. Mercan Ergunaxa parêzer e di heman demê de û hezkiriyeke Ciwan Haco ye. Mercan Ergunaxa got; bi saya vê pêşbaziyê dê gelek dengên hêja werin keşifkirin.

Ergunaxa (pêşbaz) got:"Ez parêzer im, ji zarokatiya xwe ve ez bi muzîkê ve mijûl dibim. Ev 4-5 sal in ku li tembûrê jî dixim. Ava Tv'yê gaveke gelek baş avêtiye. Bi saye vê bernameyê dê Kurdî jî pêşbikeve. Dengê kê bihata min keyfxweş dibûm. Her dengekî rengekî wî heye, ez bawer im dê gelek deng derkevin holê."

Ava Entertaiment ji bo ku cewherên di nava civaka Kurdan de werin kifşkirin bi vê gava girîng xebatên xwe didomîne. Bernameya The Legend ne tenê pêşbaziyeke stranan an strêkê ye; di heman demê de pêşbaziya ku kişifkirina efsaneyekî Kurd e jî. Pêşbirka The Legend di nava civaka Kurdan de kelecaneke mezin peyda kir. Ceylan Uykuyatan jî pêşbazeke û radigihîne ku di nava civaka Kurdan de gelek dengên hêja hene lê platformên ku ciwanên Kurd dengên xwe pê bidin bihîstin tune ne û bi saya vê pêşbaziyê dê ciwanên Kurd jî bikaribin dengên bidin bihîstin.

Ceylan Uykuyayatan (pêşbaz), got:"Ez ji Şakiro gelekî hez dikim, her wiha ji Ezîzê Simê, Evdirehmanê Dêrşewî, Eyşe Şan, Rojda û Aynurê jî gelek hez dikim û guhdriya stranên wan dikim. Ez dibêjim bila dengbêjî nemire. Gelek ciwanên me yên Kurd hene ku dengên wan gelekî xweş in. Ez dixwazim ku ew jî ji pêşbaziyeke wisa dê sûdê werbigirin. Li Tirkiyeyê tu pêşbaziyên stranbêjiya Kurdî tune ne ku em bikaribin stranên xwe lê bêjin. Dema ku me ev pêşbazî seh kir me jî serî lê da."

Li gorî ragihandina rêveberên bernameya The Legend ji hezaran zêdetir kesan serî li pêşbirkê dan e. Tê çaverêkirin ku di dawiya meha Cotmehê de bername dest pê bike. Dê bername 26 hefteyan bidome û her hefte dê 10 kesên ku hatine bijartin beşdarî bernameyê bibin. Her pêşbaz dê xwedî repertuareke ku ji 5 stranan pêk tê be. Bername ji 3 qonaxan pêk tê.  Dê jûriyek ku ji 3 kesan pêk tê û temaşevan puanan bidin pêşbazan. Ji bo ku pêşbaz bikarine derbasî fînalê bibe pêwîst e ji jûrî û temaşevanan herî kêm 80 puanan bigire. Di encama pêşbirkê de kesê wekî efsane were hilbijartin dê bi 30 hezar dolar û piştgiriya çêkirina albûmekê were xelatkirin. Efsaneyê duyem û sêyem jî dê bi xelatên hêja werin xelatkirin.