Li Bakur 30 weşanxaneyên Kurdî hene

Berhemên Kurdî nayên firotin.
kurdistan24.net

K24-Navenda Nûçeyan

Nivîskarê Kurd yê Bakurê Kurdistanê Azad Zal derbarê çapkirina pirtûkan ragehan ku 30 weşanxeneyên Kurdî bo çapkirina pirtûkên Kurdî hene, da zanîn ku êdî çapkirin bi hesanî  û serbestî tên kirin.

Nivîskar Azad Zal ku ew bi xwe xwediyê weşanxaneya JuJ e bo mêvanê bernameya Rojbaş a K24ê û derbarê weşan û çapkirina pirtûkan wiha got: 30 weşanxaneyên Kurdî hene ku karên wan çapkirin û weşandina pirtûkan e, êdî bi serbestî û rehetî pirtûk têne çapkirin.

Da zanîn ku hin pirtûk bi tometa terorê ji aliyê dewletê ve têne qedexekirin, aşkere kir ku li weşanxaneya Aram  130 corê pirtûkan hatin berhevkirin û qedexekirin û ew pirtûk ji aliyê dewletê ve hatin desteserkirin.

Herwiha Zal diyar kir ku rê li ber berhemên ku tekoşîn netewa Kurdan, ziman, siyaseta pêşketina  Kurdan tê girtin.Herwiha  da zanîn ku Bakur ji aliyê hişmendiyê ve pêşketî ye.

Derbarê astengên çapkirin û weşandina pirtûkan Nivîskarê Kurd Azad Zal da zanîn ku weşanxaneyên Kurdan berhemên wan zêde nayên firotin, ji aliyê darayî ve asteng çêdibin û ji aliyê dewletê ve jî asteng hene.

Zal şewtandina pirtûkên weşanxaneya Avêsta şermezar kir da zanîn ku zêdeyî hezar pirtûkên weşanxaneya Avêsta hatin şewtandin.Herwiha Zal behsa pirsgirêka zaravên Kurdî û cudabûna tîpên Aramî û Latînî kir.