Li Gewîlan Pirtûkxaneya bê beramber vebû

Roja 03.09.2019 li Gewîlan, Kampa penaberên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê li parêzgeha Duhokê, rêwresmê pirtûxaneya bê beramber bi navê Pirtûkxaneya “Buhşta Xwendinê” birêve çû.

Ji aliyê Idrîs Hiso ve

K24 – Navenda Nûçeyan

Roja 03.09.2019 li Gewîlan, Kampa penaberên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê li parêzgeha Duhokê, rêwresmê pirtûxaneya bê beramber bi navê Pirtûkxaneya “Buhşta Xwendinê” birêve çû.

Pirtûkxaneya ku hate vekirin, berdewamiyê ji pirojeya Pirtûka Bê Beramber ku çalakvan Raid Mihemed xwedanê bîroka wê ye “Ji berî 15 salan min dixwest vî karî bikim û niha li vir pêkhat.”

Berî çend mehan ev pirtûkxane li kampa Gewregosk jî hatibû vekirin. Û niha bi dehê kesan sûdeyê jê werdigrin û rojana tên pirtûkan bê beranber bidestdixin û dixwînin.

Armanca vê pirojeyê ew e ku xwendina pirtûkan ji bo her kesekî û bê beramber li ber dest be, bi armanc û mebesta ku xwendina pirtûkan di nav civatê de belav bibe û bibe beşek ji rifatrên her take kesekî li her derê.

Ji xwe hunermendê şêwekar Zihêr Derwîş ji Ewropa piştevaniya vê pirojeyê dike û çalakvan Raid Mihemed serperiştiya wê di nav kampên penaberên Rojavayê Kurdsitanê û Sûriyê li Herêma Kurdsitanê dike.

Derbarê vê Pirojeyê Raid Mihemed di gotara xwe de got: “Em dixwazin xwendin di nav civata me de belav bibe, û em spasiya her kesê ku piştevaniya vê pirojeya me dike, bi taybet hunermendê Kurd Zihêr Derwîş û hemû aliyên pêwendîdar ku rê li ber karê me hesan dikin û keleman ji ber me radikin, Ez bi hêvîme ku em dê li hemû kampan vê pirojeyê bicihbikin.”

Her wiha got: “Mirov bi xwendinê dice ezmanan, bi hêvîme ku em ji bi xwendinê bighên serxwebûna xwe.”

Derbarê sîstema karkirina vê pirtûkxaneyê Raid got: “Zarok, Xort û her kesek dikare were û pirtûka xwe bidest bixe û bibe malê bixwîne û çi gava xelas bike dê pirtûkê vegerîne û pirtûkek din bibe…ez daxwazê ji her navdarekî kurd dikim ku rola xwe wek hunermend Zihêr Derwîş bilîze ji bo geşepêdana civata xwe.”

Derbarê vê pirojeyê Hisên Yûsif Şahîn ku temenê wî 84 sale got: “Ez bi hêvî me keç û xort berê xwe bidin vê pirtûkxaneyê û zanîn û zanista xwe bihêztir bikin, bi zanîn û zanistê welat têne avakirin.”

Mamosteyê dibistana navendî yê madeya fîzîk Micwel Hemîd got: “Pirtûk pireke jibo mi rov doz û civata xwe nasbike, mixabin Kurd li Rojavayê Kurdistanê di hemû waran de dixwînin, lê keltûr, çand û xwe bi xwe naxwînin, ez bihêvîme dema mirov pirtûkan bixwîne hewil bide ku zaniyariyên ku bidest dixe di nav civata xwe belav bike û bibe hokarê guhertina civata xwe ber bi baştir ve.”

Mamosteya dibistana seretayî Fatmê Derwîş got: “Divê mezin bibin rêberên biçûkan, divê em mezin werin pirtûkxaneyê da ku ew jî li me binerin û wek me bikin, bi vê yekê em dikarin beşdarî pêkanîna armancên vê pirojeya pîroz bibin.”

Nehêniyên cîhanê di nav qapên pirtûkan de ne, bi xwendina pirtûkan mirov serwextê dema niha û demên borî û pêşbîniya dema bê jî dike.

Çawa mirov bi hewceyî nan, av, xanî, cil û xwarinê ye, ewqas jî pêwîstiya wî bi xwendinê heye, heger xawarin, nan û av laşê mirov avadiki xwendin jî nan, xwarin û ava mêşkê mirove. Jibo xwendin di nav endamên malê de û piştre di nav civakê de belav bibe, divê di her malekê de pirtûkxaneyek hebe û beşek ji xerciya malê jî ji bo kirîna pirtûk, kovar û rojnameyan be, herwiha divê li dibistana jî kar li ser wê yekê were kirin ku xwendekar ne tenê xwendina pirtûkên xwe yên dibistanê bide ber çavên xwe, lêbelê divê xwendina pirtûkên corbecor yên giştî jî di hemû waran de bike. Berê jî seydayê Cegerxwîn gotiye:

Xwendin nebe kes naçe pêş      

peyda dibin pir derd û êş.