Li Dêrikê pêşengeheke gerok ji pirtûkan re hate vekirin

Li bajarê Dêrikê ya Rojavayê Kurdistanê pêşengeheke gerok bo pirtûkan hate vekirin, lê herhata xelkê li ser pêşengehe gelekî kêm e û li gorî hin niviskaran, ev yek vedgere ku xwendin li cem xelkên deverê kêm e.
kurdistan24.net

 

K24 – Dêrik

Li bajarê Dêrikê ya Rojavayê Kurdistanê pêşengeheke gerok bo pirtûkan hate vekirin, lê herhata xelkê li ser pêşengehe gelekî kêm e û li gorî hin niviskaran, ev yek vedgere ku xwendin li cem xelkên deverê kêm e.

Di bin silogana "Emê bi pirtûkên xwe yên herêmî û cîhanî li bajêrên we bigerin" Desteya Çand û Huner li herêma Cizîrê pêşengeheke gerok bo pirtûkanl i bajarê Dêrikê vekir û li ser dirêjahiya 3 rojan dê berdewam bike.

Komîteya amadekar dide zanîn ku armancan wan ji vê gavê alîkariya niviskarên ku karînên wan bo çapkirina pirtûkan kêm in e û bi taybet yên ku nikarî bûn di pêsêngeha sereke li Qamişlo de beşdar bibin. 
Herhata xelkên Dêrikê bo pêşingehê gelekî kêm e ew jî li gorî pêşbîniya komîteya amadekar bû.

Di pêşengehê de gelek cûreyên pirtûkan, çi yên cîhanî yan jî yên girêdayî herêma Kurdî peyda dibin, ya balkêş ew e ku hejmarek ji pirtûkên li ser pêşvecûnên li Rojava hatine weşandin, mîna Efrîn û Pira Pafid.

Hin niviskar û helbestvanên beşdar dibêjin, piştî 2011an pirtûkên bi zimanê Kurdî li deverê bi awayekî balkêş peyda dibin, lê xwendina wan gelekî kêm e. 

Pêşengeh li ser dirêjahiya 3 rojan dê berdewam bike û piştî Dêrikê berê xwe dê bide Amûdê , Serê kaniyê û Hesekê.

Di pêşangehê de 10 weşanxaneyên pirtûkan beşdar in û pirtûk bi her 3 zimanên serke yên pêkhateyên deverê peyda dibin, çi bi Kurdî, Erebî û Siryanî.