Yekîtiya Ewrûpa: Aboriya Tirkiye di sala 2019an de biçûktir dibe

Komisyona Yekîtiya Ewrûpa, Rapora xwe ya Pêşbîniya Aborî ya sala 2019an weşand

K24 – Navenda Nûçeyan

Komisyona Yekîtiya Ewrûpa, Rapora xwe ya Pêşbîniya Aborî ya sala 2019an weşand.

Ligor raporê di sala 2019an de aboriya Tirkiye ji sedî 2,3 biçûktir dibe. Wezîrê Gencîneya Tirkiye Berat Albayrak destnîşan kiribê, ku di sala 2019an de aboriya Tirkiye dê ji sedî 2,3 mezintir bibe.

Di raporê de liser aboriya Tirkiye 2 rûpel hatine nivîsandin. Ligor vê: Bê karî li Tirkiye di dawiya sala 2019an de dê ji sedî 13,7 be. Dezgeha Rapirsiya Tirkiye bê karî ya Tirkiye di dawiya sala 2018an de ji sedî 11 diyar kiribû.

Ligor Rapora Komisyona Yekîtiya Ewrûpa, Tirkiye dibe welatê herî xerab di rewşa aborî de ya sala 2019an, di nav welatên pêşdikevin de…

 

 

C.B