Li Îdirê hilanîna bacanên sor

Herwiha di vî karî zehmet de zarok jî cih digirin û her pale rojê bi 50 Lîreyê Tirkî hilanîna fêkî û zebzeyan dikin.
kurdistan24.net

 

K24-Navenda Nûçeyan

Deşta Îdira bakurê Kurdistanê ku derdora wê bi çiyayên bilind hatiye dorpêçkirin, hewaya serma zêde bandora xwe li ser bajêr nake û ev yek jî derfeta hilberîna gelek cureyên fekî û zebzeyan didê destê mirovan.

Mehmet Celayîrê ku li Îdirê hilberîna fekî û zebzeyan dike ji bilî mişmiş, zebeş, petêx û sêvan; ji bo ku pedîviyên bajarên derdorê jî bi cih bîne, dest bi hilanîna bacanên sor yên tirşînê kir. Bi taybetî bacanên sor, ku mehên havînê tên berhev kirin di taştê, zelatê û hema hema di hemû xwarinan de tê bikaranîn. Di heyama çileyê de jî tirşînê ku li ber xwarina tê danîn bi destan û ji bacanên ku şîn dimînin tê çêkirin. Ji van bacanên ku zêde sor in jî ava bacana tê çekirin û li nava bazarên bajêr de ji bo firotinê cih digre.

Karker Xanim Kaya wiha got:"Ev bacanên sor lebatî ne, ev tovê wan yên hezar salaye, mesrefa wan pirre. Ez hatime mala xwûşka xwe mevandarî, ez hatime konserveya xwe tijî bikim. Eva zavayê min e, kur metê min e ev 8 sal vî karî dike.

Hinardeya wan bacanên sor yên tirşînê ku li ser zeviya 3 donimî hilberîna wan tê kirin, ji bilî navenda Îdirê ji bo bajarên Qers û Erzeromê herwiha ji bo Naxçivana bajarê Azerbaycanê jî tê kirin. Celayîr jî dibêje, bacanên wî lebatî ne û randimana wan ya îsal ji sala borî çetire, lê belê di şert û mercên zehmet de vî karî dikin.

Hilberîner Mehmet Celayîr wiha axifî:"Ji aliyê tov ve be ji aliyê karkeran ve be di hemû aliyî ve em di nava derfetên zehmet de ne. Niha sal heye xêr û berê me digre sal jî heye tune ye, encax em zirara xwe derdixin. Lê belê li gorî par îsal rinde. Par bacanên sor petêxan yanî zebzeyan pere nedikir. Şikir îsal pere kir û zirara me derxist."

Herwiha di vî karî zehmet de zarok jî cih digirin û her pale rojê bi 50 Lîreyê Tirkî hilanîna fêkî û zebzeyan dikin. Bi vê awayê jî hem xercaneya xwe ya dibistanê derdixin hem jî hindik be jî alîkariyeke didin malbatên xwe.