Brîtanya ji YEyê derket li Tirkiyê jî dolar firiya

Dolara Amerîkî beramberî lîreya Tirkî firiya û ji 3 lîreyan derbas kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Dolara Amerîkî beramberî lîreya Tirkî firiya û ji 3 lîreyan derbas kir.

Biryara derketina Birîtanyayê ji Yekîtiya Ewropayê, bandoreke dijwar li ser piyasayên Tirkiyê kir. Dolarekî Amerîkî beramberî lîreya Tirkiyê 13 qurîş zêde kir, ji 2.87 lîreyan bû 3.0015an.

Piştî kirîn û firotinan, Dolar beramberî pereya Tirkî daket 2.99 lîreyan.

Li Tirkiyeyê nêzikê hefteyekê ye, Dolar roj bi roj nirx winda dikir û beramberî lîreya Tirkî dadiket. Herî dawî duh nirxê Dolarekî Amerîkî nav piyasayên Tirkiyeyê de 2.87 lîre bû.