Li Bakur cotyarên pembû rastî pirsgirêkan dibin

Li tevahiya Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê kêloya pembû 2 lîre ye û pembû ji aliyê dewletê ve naye kirîn.
kurdistan24.net

K24-Navenda Nûçeyan

Di salên dawî de li Bakûrê Kurdistanê cotyarên pembû di warê veberhênan apembû de pirsgirêkan dijîn. Cotyarên pembû amaje dikin ku pêwîst e ku pêvajoya veberhênan a pembû ji aliyê dewletê ve were şopandin û dewlet pêdiviyên cotyaran jî bibîne.

Li Bakûrê Kurdistanê her çiqas di salên daiyê de pembû dimîne li bin sî ya garis de jî dîsa jî ji bo gelek cotyaran deriyê debarê hîn jî pembû ye. Lê gelek cotyar amaje dikin ku di veberhênan a pembû de ew rastî astengiyan tên ku dewlet jî ji wan re nabe alîkar. Cotyar Husamedîn Altay tîne ziman ku ked a ku ew didin veberhênan a pembû gelek caran li wan nazîvir e.

"Berê li vêderê 250-300 hezar donim pembû dihate ajotin lê îsal tenê 150 hezar donim hatiye ajotin û her ku diçe kêmtir dibe. Berî ya ku serdem a nû despêbike balyeyek pembû 5500 lîre bû lê niha ketiye 4500 lîreyî û ev yek jî ji cotyaran re dibe pirsgirêk."

Li gorî lêkolînan ji donimek erd 600 kêlo pembû derdikeve û dema bac zêde were xwestin û her wiha lêçûn zêde be dahat a pembû jî dikeve û ev yek dibe sedem a ku qalîte ya çandinî yê jî bikeve. Operator Ramazan Akgul amaje dike potansiyel a veberhênan a pembû xurt e lê ji ber ku şert û merc giranin ev yek dibe sedem a qelsbûn a çandiniyê.

"Dema ji bo derxistin a avê ez sondajekî bişixwilînim û 300 donim erd av bidim li derdora 40 hezar lîre ez parê kehrebê didim. Ez bi tevde 150 hezar lîre xerç dikim lê tişte ku dikeve destê min ne hêjayê ked a min e."

Li tevahiya Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê kêloya pembû 2 lîre ye û pembû ji aliyê dewletê ve naye kirîn. Cotyar jî ji ber ku dewlet pembû nakire neçar dimînin ku pembûyê xwe bifiroşin kompaniyên teybet û ev yek jî dibe sedem a erzanbûn a bihayê pembû ku cotyar ji vê yekê zirar bikin.