Federalîzm bi devê tivingê naçe serî

Ebdilhemîd Hac Derwêş:
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/5cb7c3d9-8a8e-4fcb-b8bc-e6a7a4eff48e/abdulhamed_1.ism/manifest

K24 – Silêmanî

Serkreter Giştî yê Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurd li Sûriyê Ebdilhemîd Hac Derwêş di hevpeyvînekê ligel K24ê de ragihand, federalîzm bi devê tivingê naçe serî. Sûriye berve aştiyekê diçe, aştî jî dê çekê ji destê hemû mîlîşyatan û PYDê bigire, wê demê devê tivingê namîne.

Derwêş got: “Piştî pêncî salî ji birçîbûn û derbiderî di serdema Partiya Beis de, em tevlî şoreşa Sûriyê bûn, da ku em bi gelê Sûriyê re hin mafên Kurd webigirin. Piştî 3 rojan ji destpêka şoreşa ku ji Derayê, Qamişlo jî derketin xwepêşandanên dijî rêjîmê. Lê mixabin her carê em dengine xirab ji Ereban dibihîsin ku Kurd li Sûriyê perçebûnê dixwazin. Em jî ji vê tiştî ditirisin ku Beis vegere û em baça wê yekê bidin.”

Pêşverû û ENKSê:

Derwêş got: “Partiya Pêşverû di nava Enûcûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Bû, yek ji rexneyên me li ENKSê ew bû, ku tiştek ji xelkê Sûriyê re nekir lewra em ji ENKSê vekişiyan. Serok Masûd Barzanî pêşniyar kir ku em û Partiya Demokrata Kurdistanê – Sûriyê (PDK-S) û Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê li hev bikin û li pêşiya tiştên xerab yên li Kurdistana Sûriyê dibin rawestin, lê PDK-Sê sê caran ev yek nebir serî lewre em neçar bûn ku ENKSê vekişin.”

Derwêş got: “Dûrketina me ji ENKSê bi me nexweş e. Em ti çarçoveyên din çê nakin, tevlî ti aliyên din jî nabin. Heger em karibin û hevalên xwe yên ENKSê li hev vegerin, emê ji bo vê yekê bixebitin, heger me nikarî bû jî emê bi serê xwe bixebitin.”

Banga Serokê Herêma Kurdistanê:

Derweş got: "Ew hêvî dikin ku Serokê Herêma Kurdistanê civîneke Kurdî ji partî û kesayetên Kurdên Sûriyê çê bike, bo şandeke Kurdî bişîne Cenêvê. Heger hemû Kurdên Sûriyê lihev nekin, dê ziyaneke dîrokî ya mezin bidin."

Derwêş diyar kir jî, ku ew û hemû aliyên din jî, dê li aliyê Serokê Herêma Kurdistanê bin.

Derbarê vexwandina Serokê Sûriyê Beşar Esed ji partiyê Rojavayê Kurdistanê re di sala 2011an de, Derwêş got: "Pêwîst bû em biçûna cem Esed, bi kêmanî meyê bigota mafê Kurdan di jiyanê de heye. Lê niha ew jî nemaye, ku Esed dibêje welatê me biçûk e, federalism tê hilnaye."

Pêşverû, ENKS, TEV-DEM û federalîzm:

Derwêş derbarê federalîma ji aliyê TEV-DEMê de hatiye ragihandin de got: "Em ne şerê federalîzmê dikin. Em şerê awayê ku federalism hatiye damezrandin dikin. Partiyekê bi tena xwe ferderalîzm ragihandiye, ti partiyeke Kurdî nekir hevparê xwe, ne bi razîbûna pêkhateya Ereb e jî. Erebên ku di wê ferderalîzmê de beşdar jî nûnertiya kesî nakin. Yên Kurd nûnetiya kesî nakin, yên Ereb jî nûnetiya kesî nakin."

Herwiha Derwês got jî: "Pêşverû û ENKSê ne di wê federalîzmê de bin, zehmet e biçe serî, bi devê tivingê naçe serî. Ew projeyeke siyasî ye."

Derwêş got: "Rûsa piştgîriya vê federalmê nake, Rûsya dibêje ku ev federalism ne di cihê xwe de hatiye. Federalism bi Kurd ve girêdaye, ne bi PYDê ve girêdaye, partiyek tenê jî nûnertiya Kurd nake. Em bi hev re emê nûnertiya Kurd bikin."

PYD û rêkeftin:

Derwêş got: "Me di rêkeftina Dihokê li ser federalizmê lihev kir, lê PYDê nehêşt ew biçe serî û hevparî qebûl nekir. Em niha ne hevalên ENKSê ne, lê PYDê ne hêşt ew rêkeftin biçe serî."

Derbarê ku niha heger rêkeftineke din çê bibe, gerantî dê çi be, Derwêş got: "Niha Sûriye li pêş çatrêyekê ye, Sûriye berve aştiyekê diçe, aştî jî dê çekê ji destê hemû mîlîşyatan bigire, dê ji destê PYD, Hizbulaha Libnanî û grûpên îslamî jî bigire, wê demê devê tivingê namîne, wê demê dimîne ka kî dikarê xelkê bide dora xwe, PYDê jî wê demê nikare bi darê zorê xelkê bide dora xwe, wê gavê PYDê dê neçar bibe bi partiyên din re birê bikeve. Wê lomê heger niha Serok Barzanî niha banga PYDê bike bo rêkeftinekê ligel partiyên din, egera ku PYDê qebûl bike gelek e."

Kurd û Cenêv:

Derbarê belgenameya Nûnerê NY yê taybet bo Sûriyê Steffan De Mistura de, Derwêş got: "Di belgenameya De Mstura de navê Kurd nehatiye, bi ser de Serokê şanda opozîsyonê sivikî bi Kurd kir. Me ji ENKSê xwast ku bi wan re kar nekin, lê ew dibêjin ku dê sûde di danûstandinan de hebe."

Derwêş amaje kir, di civînên Cenêv2 de 3 endamên Kurd di nava 16 endamên opozîsyonê de bûn, lê di civînên Cenêv3 de tenê 2 endam di nava 82 endaman de ne.

Derwêş diyar kir, heger di danûstandinên Cenêvê de mafê Kurd nehat behskirin, li Şamê Kurd tiştekî ji mafên xwe wernagirin.

Rola Silêmaniyê:

Derbarê rola Silêmaniyê û Yekîtiya Niştimaniya Kurd (YNK) derbarê nêzîkbûna ji PYDê ve û pêwendiyên YNK ligel Partiya Pêşverû de , Derwêş got: "Em jî û ENKSê em dixwazin ji PYDê ve nêzîk bibin, lê PYDê nake. Pêwndiyên me bi Silêmanî û Hewlêr, Serok Barzanî û Mam Celal re ne, tenê pêwendiyên me bi Tevgera Goranê re nexweş in."

Vekişandina ji ENKSê:

Derwêş di pirsa vekişandina Partiya Pêşverû ji ENKSê de got: "Ez ne bi biryara vekişandina ji ENKSê re me, ez neçar im rêzê li dengê piraniya hevalên xwe bigirim. Ez niha jî bi mana di nava ENKSê de me."

Derwêş got: "Hin partiyên biçûk di nava ENKSê de hene, dixwazin ku em tune bin, mixabin ew partî jî hinek alîkarî ji Partiya Demokrata Kurdistanê jî dibinin. Em ji ENKSê dûr kevin ji PDKê re jî nebaş e, ji ber ku Kurdistana Sûriyê û ya Iraqê yek in."

Derbasbûna Pêşmergeyên Rojava:

Derbarê Pêşmergeyên Rojava de, Derwêş got: "Di rêkeftina Dihokê de me got divê em tiştekî bixwazin ku PYD qebûl bike, lê PYDê qebûl nake ti hêzên din li kêleka wan hebe."