Jineke kobanî dest ji karên destî naberde

Dapîrek ji bajarê Kobanê, ku temenê wê 75 sal in, hîna karê destan ên kevnar dike. Hêvî dike, ku nifşê nû jî, fêr bike, ji bo ku çand û folklor wenda nebe.

K24- Kobanê

Dapîrek ji bajarê Kobanê, ku temenê wê 75 sal in, hîna karê destan ên kevnar dike. Hêvî dike, ku nifşê nû jî, fêr bike, ji bo ku çand û folklor wenda nebe.

Dapîra xanim ya ku temenê xwe 75 salin, ji 60 salî ve û ew di vî karî kevineşop de dixebite, bi deziyên rengîn li pêş mala xwe tevina xwe rêdixe, û rojê ta 6 damijmêran dema xwe bi çêkirin û sazkirina çûreyên tevnan derbas dike,

Dapîra xanim dide zanîn ku piştî dayka wê koça dawî kir, wê xwest ji bo xwe xww fêrî karekî bike. Û ji wê demê ve bi sedan tevin çikiriya..

Ji vê tevnê dapîra xanim gelek cûra sazkiriya, ji heçal, çarçim , xalî, aşqelî, û palas,... ew dide zanîn ku demin berê tevahiyê pêwistî û pêdeviyêm malan bi destan dihatin çêkirin, û ji bo jin û kaçan gelek kêmanî bû ku xwe fêrî van kardestan neke.. lê roja hîro ev kar bir bi wêndakirinê ve diçe.

Tê zanîn ku bajarê kobanê di cel û bergin xwe de, her wiha di karin destan de gelekî navdarin,..

Dapîra xanim hêvî dike ji bo wê destek bê dayên û ew nêfşin bi çûk fêrî tevinan bike, ev yek jî li gor wê ta ku çanid û filikora deverê bi berdewamî hebe..