Li Diyarbekirê berfa yekemîn bariya

Berfa pêşîn a demsala îsal, li Diyarbekirê bariya. Li herêma derdora Diyarbekirê, kêmcaran di demsala payîzê de berf dibare. Îsal jî wan wan salan e ku berfa zivistanê ji payîzê ve bariya.
kurdistan24.net

K24 – Diyarbekir

Berfa pêşîn a demsala îsal, li Diyarbekirê bariya. Li herêma derdora Diyarbekirê, kêmcaran di demsala payîzê de berf dibare. Îsal jî wan wan salan e ku berfa zivistanê ji payîzê ve bariya.

Berfa payîzê, ji aliyê hemû kesan ve bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin. Dîmena barîna berfê ya li Diyarbekirê, hem ji bo agahdariya Zivistanê, hem jî ji bo şikestina seqemên hişk û sayî bû cihê şanaziyê.

Barîna berfê her çiqas di çûnehatinê de bibe sedemên zehmetiyan jî, ji bo zarokan bû diyariya xwezayê.

Li Diyarbekirê bi barîna berfê re pileya germahiya hewayê daket 4'an. Li gorî texmînên meteorolojiyê, li Diyarbekirê heta 5 rojan dê rewşa herî kêm a hewayê, dakeve bin sifirê û germahiya herî zêde jî dê 11 pîle be.

Her wiha li gorî taybetiyên erdnîgariya Diyarbekirê, di salê de herî zêde 3 an 4 caran berf dibare.