Serkaniyên çemê Munzûrê yek ji navendên geştyariyê ye

Serkaniyên Çemê Mûnzûrê yên Dêrsîma Bakûrê Kurdistanê, yek ji navendên geştyariyê yên herêmê ne. Serkaniyên, ku li navçeya Pulur a Dêrsîmê cih digirin, bi taybetî di mehên havînê de, ji aliyê bi hezaran geştyarên xwecihî û biyanî ve, tên ziyaretkirin.

K24- Dêrsêm- Bakûr

Serkaniyên Çemê Mûnzûrê yên Dêrsîma Bakûrê Kurdistanê, yek ji navendên geştyariyê yên herêmê ne. Serkaniyên, ku li navçeya Pulur a Dêrsîmê cih digirin, bi taybetî di mehên havînê de, ji aliyê bi hezaran geştyarên xwecihî û biyanî ve, tên ziyaretkirin.

Ev der Serkaniyên Çemê Munzûrê ne. Li Gundê Ziyaretê yê ser bi Pulurê cih digire. 80 kîlometir ji Dêrsîmê, 17 kîlometir jî ji Pulurê dûr e. Ava ku ji dehan kanîkan diherike, Çemê Munzûrê pêk tîne. Ava ku ji kanikên quntara çiyê derdikeve, gelek cemidî ye. Li gorî baweriya Kurdên Elewî, ev serkanî û Çemê Mûnzûrê pîroz e. Geştyarên xwecihî û biyanî dema ku tên serkaniyê, findan jî pêdixin û dua dikin. Geştyar li seyrangehên ku li ber serkaniyan cih digirin, demên xweş derbas dikin.

Sefa Acar – geştyar, dibêje: "Ez ji Mêrdînê hatime serkaniya Munzûrê. Ava vî çemê cemidiye, gelekî xweş e. Ez dixwazim ku Kurd serdna vê derê bikin. Ez par çûm herêma Egeyê lê min xwest ku ez îsal werim liv ê herêmê bigerim."

Gûlten Înan- geştyar, dibêje:"Ez ji Elmanyayê hatim welatê xwe. Em hatine ku keyfxweş bibin û ava Munzûrê vexwin. Geşta me gelekî xweş derbas dibe. Ez û malbata xwe em hatine."

Li gorî efsaneyan; demek li vê herêmê axayek hebûye û şivanekî wî yê bi navê Munzûr hebûye. Dema ku axa diçe Hecê, şivan diçe ji jina axê re dibêje; 'dilê axa çûye helawa germ' jina axê jî dizane ku axa çûye Hecê û dibêje qey dilê şivên çûye helawa germ û jê re çêdike. Axa jî li Hecê dibîne ku şivan jê re helawa germ aniye. Dûre dema ku axa ji Hecê vedigere, xelk axê pêşwazî dike û dixwazin ku destê wî maç bikin lê axa dinêre ku Munzûrê şivan jî bi satilên şîr li pey xelkê tê. Axa ji xelkê re dibêje , 'ne destê min; herin destê Munzûr maç bikin." Bi dehan kes ber bi Munzûr ve dibezin; Munzûr ditirse û bi şîrê xwe ve ber bi çiyê ve dibeze. Li gorî efsaneyê, şîrê Munzûr dirije û li cihê ku şîr dirije, ava ku wekî şîr spî ye diherike. Ji wê rojê û pê de ev der wekî Munzûrê pîroz tê binavkirin. Bi taybetî hem ji ber ku cihekî pîroz tê qebûlkirin hem jî ji ber ku cihekî hênik e, ev serkanî dibe navgeşt û guzariyê.

Ezgî Xanim – geştyar, got:"Ez ji Enqereyê hatime vir, bi rastî jî ev herêm gelekê xweş in. Li vê herêmê sîrûşteke delal heye. Hêvîdar im ku her kes were û vê derê bibîne. Dema ku zarok bûne careke hatibûn lê nayê bîra min, min ev der niha gelek eciband."

Remziye Babûr – geştyar, got:"Ev 25 sal in ku ez li Hamburg a Elmanyayê rûdinim. Ez her sal derdikevim geştê. Ez gelekî li cihên geştyarî geriya me lê min cihekî wekî vê derê xweş nedît. Ez li Qibris û Antalyayê jî geriyam e lê belê ez li vê dere gelekî keyfxweş bûm."

Li Serkaniyên Çemê Munzûrê, bazarekî ku lê kel û pelên geştyarî û xwarin û vexwarin lê tê firotin jî heye. Geştyarên ku serdana herêmê dikin ji vê bazarê diyariyan dikirin. Hin geştyar li serkaniyê konên xwe vedidin û bi rojan li ber ava çemî bêhina xwe vedidin. Serkaniyên Çem ji aliyê parêzgeriyê ve tên parastin û ji bo ku derdora serkaniyan werin nûjenkirin, projeyeke 8 milyon lîre hatiye pesendkirin ku dê li derdora serkaniyan seyrangeh werin çêkirin û bazar were nûjenkirin.