Hikûmeta Kurdistanê rê li dermanên sexte û qaçax digire
K24 – Navenda Nûçeyan
Ji bo cibicîkirina biryarên Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê yên taybet bi dermanên sexte û qaçax, îro civîneke hevbeş bi serokatiya Wezîrê Navxwe û Tenduristî û bi amadebûna Sekreterê Encûmena Wezîran birêve çû.
Peyvdarê Wezareta Tenduristiyê Dr. Xalis Qadir di konferanseke rojnamevanî de ragihand, ew civîn derbarê biryarên Encûmena Wezîran bû, ji bo baştir kontrola dermanan û rêkxistina karûbarên dermanan bû.
Got jî, biryar hat dayîn bi endametiya nûnerê Tenduristî û Hêzên Navxwe komîteyên hevbeş li ser asta parêzgeh û qeymeqaman bên pêkanîn û li gor rênimayên Wezareta Tenduristiyê biryaran cibicî bikin û di demeke nêzîk de li seranserî Herêma Kurdistanê dest bi cibicîkirina biryaran dibe.
Tekez kir jî, ew biryar ji bo rêgirtin li belavkirina dermanên sexte û qaçax in û sizayên giran jî tên sepandin.
S. B