"Şûnwarên dîrokî yên Sûrê dê bên parastin"

Wezîra Jîngeh û Bajêrvaniyê ya Tirkiyê dibêje, piştî rawestana şer û aloziyan, ewê Silopî û Cizîrê ji nû ve ava bikin û şûnwarên dîrokî yên Sûrê jî li gorî dîroka xwe bên parastin.

K24 – Navenda Nûşeyan

Wezîra Jîngeh û Bajêrvaniyê ya Tirkiyê dibêje, piştî rawestana şer û aloziyan, ewê Silopî û Cizîrê ji nû ve ava bikin û şûnwarên dîrokî yên Sûrê jî li gorî dîroka xwe bên parastin.

Wezîra Jîngeh û Bajêrvaniyê ya Tirkiyê Fatma Guldemet Sarî û şanda pê re, li Erziromê derbarê jinûve avakirina bajaran de, ji parêzgarî û şaredarê bajêr agahî wergirtin. Sarî got, li tevahiya Tirkiyê projeya veguherîna bajaran berdewam dike.

Sarî da zanîn ku li herêmê operasyonên berfireh tên kirin û hêvî dike ku di demeke kurt de bi dawî werin ku ji niha ve li Silopîyê rewş aram bûye. Sarî got di demeke kurt de li Cizîrê dê dest bi tomarkirina xisarê bikin.

Wêzîra Jîngeh û Bajêrvaniyê tekez kirk u tu planeke wan nîne li Sûrê avahiyên nû çêbikin û ew dixwazin şûnwarên dîrokî bên parastin û Sûr li gorî avahiyên dîrokî bê parastin.