Hêzên Amerîkî ji Kobanî vekişiyan

Peyamnêrê K24ê li Kobanî Ridwan Bêzar da zanîn, hêzên Amerîkî ji Kobanî vekişiyan.

K24 – Navenda Nûçeyan

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyamnêrê K24ê li Kobanî Ridwan Bêzar da zanîn, hêzên Amerîkî ji Kobanî vekişiyan.

Ev di demekê de ye, îro 2 top li nava Kobanî ketibûn û di encamê de 2 welatî birîndar bûbûn.

Pêr jî ji encama ketina hin topên artêşa Tirkiyê li nêzîkî binkeya hêzên Amerîkî li ser girê Miştenûrê, hêzên Amerîkî ji wê binkeyê derketibûn û roja din careke din vegeriyabûnê.

Ji aliyê xwe ve, berpirsekî Amerîkî ragihand, dibe ku hêzên Amerîkî li bakurê Sûriyê ji aliyê grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve bêne dorpêçkirin.

Herwiha wî berpirsî hişyariya rûbirûbûna wan grûpên çekdar û hêzên Amerîkî jî dabû.

Lê nêzîkî Girê Sipî jî çekdarên ser bi artêşa Tirkiyê ve nêzîkî binkeyên Amerîkî bûne.

Pêştir jî, Serokê Amerîka Donald Trump hişyarî dabû û gotibû, heger leşkerekî wan birîndar bibe, ewê bersivên tund bidin.

 

S. B