Berîtaniya balyozê Iranê li Londonê bangihêştî wezareta derve dike û radighîne

Berîtaniya balyozê Iranê li Londonê bangihêştî wezareta derve dike û radighîne , Tehran soza xwe derbarê ne şandina petrolê bo Sûriyê şikandiye

K24- Hewlêr

Berîtaniya balyozê Iranê li Londonê bangihêştî wezareta derve dike û radighîne , Tehran soza xwe derbarê ne şandina petrolê bo Sûriyê şikandiye.

Wezareta Derve ya Berîtaniya di daxwiyaniyekê de dilgiranî xwe derbarê karên Îranê li rojhilata Navîn derbirî û ragehand, karên Îranê li dijî Yasa û binemayên Navdewletî ye.

Wezareta Derve ya Brîtaniya di daxwiyaniya xwe de ragehand jî, London babeta ne şandina petrola Îranê ji bo Sûriyê dişîne Netewên Yekgirtî, da ku civînekê di wê derbarê de lidar bixe.

ji alîyekê dî, Îran, Amerîka bi binpêkirina peymana qedexekirina pêşxistina çekên Atomî ku bi NPT tê binavkirin, tohmetibar dike.
Nûnerê Îranê li Netewên Yekgirtî Mecîd Text Rewançî ragihand, ligorî belgeyan, Amerîka bi pêşxistina çekên Atomî û bikaranîna çekên Atomî, peymana qedexeya çekên Atomî binpê kiriye, Rewançî got jî, Amerîka lidijî pejrandina wê peymanê ye û di hewla destpêkirina taqîkirinên Atomî de ye.
Îran û Amerîka ne endamên peymana qedexekirina çekên Atomî ne, û ji bo bicîkirina wê peymanê jî, pêwîstî bi pejarandina Amerîka û endamtiya wê ye di wê peymanê de.