Nîqaşên li ser girtina partiyên siyasî didomin

Li Tirkiyeyê di nava 50 salên dawîn de nêzî 30 partiyên siyasî ji ber sedemên cûda hatine girtin. Bi guhertina yasaya partiyên siyasî her çiqas girtina partiyan zehmet be jî carina nîqaşên li ser girtina Partiya Demokratîk a Gelan HDP'ê tên rojevê. Li gorî nirxandina mafnasan, girtina partiyên siyasî tu caran nebûye çareserî. Şîrovekarên siyasî jî amaje dikin ku, pêwîst e partiyên siyasî jî li gorî yasayan tevbigere.

K24- Amed

Li Tirkiyeyê di nava 50 salên dawîn de nêzî 30 partiyên siyasî ji ber sedemên cûda hatine girtin. Bi guhertina yasaya partiyên siyasî her çiqas girtina partiyan zehmet be jî carina nîqaşên li ser girtina Partiya Demokratîk a Gelan HDP'ê tên rojevê. Li gorî nirxandina mafnasan,  girtina partiyên siyasî tu caran nebûye çareserî. Şîrovekarên siyasî jî amaje dikin ku, pêwîst e partiyên siyasî jî li gorî yasayan tevbigere.

Li Tirkiyeyê cara pêşîn di sala 1954'an de partiya Gel ango Millet Partisî hat girtin. Ji wê rojê heta îro partiyên oldar, çepgir, netewperest û Kurdî jî di nav de 28  partî  bi biryarên Dadgeha Makezagonê hatin girtin. Li Tirkiyeyê jî ji ber xeta wê ya siyasî aliyeke civak û hin partiyên netewperest daxwaza girtina HDP'ê dikin. Mustefa Ozer mafnas û serokê berê yê Baroya Diyarbekirê ye. Li gorî nirxandina Ozer, rayedarên Hikûmeta Partiya Dad û Geşedanê AK Partiyê û Partiya Bizava Netewperest MHPê; HDP'ê wekî rikeberên xwe yê herî bihêz dibînin û dixwazin HDP bêbandor be.

Mustefa Ozer, mafnass, got:"Wekî berê girtina partiyan ne hêsan e edî. Heta ku di destê wan de belgenameyeke tune be nikarin HDP'ê bigirin. Heger bidin girtin jî ji aliyê Kurdan ve tu qîmetê wê tune ye."

Çalakiyên malbatên îdîa dikin ku zarokan wan bi navbeynkariya HDP'ê tevlî PKK'ê bûne  û danîna qeyûman ji bo şaredariyên HDP'ê ji aliyê şîrovekarên siyasî ve wekî amadekirina bingeha girtina HDP'ê tê nirxandin. Lê belê li gorî beşeke şîrovekarên siyasî, AK Partî û MHP naxwazin HDP were girtin lê dixwazin bi krîmînelîzekirina HDP'ê dengên wê kêm bibin û di hilbijartineke pêşwext de HDP ji benda %10'an derbas nebe.  Li gorî nirxandina Serokê Beşa Civaknasiyê ya Zanîngeha Dîcleyê Prof.Dr. Rûstem Erkan pêwîst e partiyên siyasî jî li gorî yasayan tevbigerin lê li beramberî vê yekê divê daraz jî partiyên siyasî wekî rikebereke xwe nebine.

Prof. Dr. Rûstem Erkan, mamosteyê beşa civaknasiyê ya Zanîngeha Dîcleyê, dibêje:"Partiyên ku têne girtin bi navên cûda siyaseta xwe dimeşînin. Li gorî rastiya civakê girtina partiyan nabe çareserî. Li gel vê yekê divê partiyên siyasî pabendî yasayan bin û yasa û daraz jî divê partiyên siyasî wekî rikeberên xwe nebinin. Aliyeke civakî dixwaze ku HDP were girtin. Ev kêşeyeke lê divê HDP'ê jî hay ji zimanê xwe yê siyasî hebe."

Li Tirkiyeyê di sala 2008'an de li dijî AK Partiyê jî doza girtinê hatibû vekirin lê dadgehê wê demê biryara girtinê neda. Di sala 2015'an de bi pêşniyaza AK Partiyê yasaya girtina partiyên siyasî hat guhertin û girtina partiyan zehmet bû.  Ji Partiya Kedê ya Gel HEP'ê heta Partiya Civaka Demokratîk DTP'ê gelek partiyên tevgera siyasî ya Kurd hatin girtin lê niha ev xeta siyasî di bin banê HDP'ê de didome.  Li gorî nirxandina şîrovekarên siyasî, rêya çareseriya pirsgirêkên civakî rêya siyasetê ye û divê tu caran ev rê neyê girtin lê divê siyasetmedar jî di çarçoveya yasayan de siyasetê bikin.