Pêngavên pêkanîna kabîneya nû ya hikumetê destpêkir

Pêngavên pêkanîna kabîneya nû dest pêdike û di qonaxa dahatî de rêkkevtina alîyên sîyasî bo pêkanîna hikumetê dê bihê bicîkirin.

K24- Hewlêr

Pêngavên pêkanîna kabîneya nû dest pêdike û di qonaxa dahatî de rêkkevtina alîyên sîyasî bo pêkanîna hikumetê dê bihê bicîkirin.

Di demekê de ku biryare di dema 30 rojan de Mesrûr Barzanî, kabîneya nû made bike bo sûndxwarinê, karnameya kabîneya nû hatîye amadekirin û maye alîyên ku hikumetê pêk dihînin gotûbêjan li ser bikin. Kemal Kerkûkî endamê Mekteba Sîyasîya PDKyê (Partîya Demukrta Kurdistanê) dibêje: Qonaxa dahatî ya pêkanîna  hikumetê; temamkirina rêkevtinên sîyasîye ku berê li gel alîyên sîyasî hatîne encamdan bo pêkanîna hikumetê. Ev erk jî rasterast ji alîyê kandîdê raspartî bo pêkanîna hikumetê Mesrûr Barzanî dibe.

Kerkûkî tekez li ser wê yekê jî dike ku Mesrûr Barzanî di demeke kêmtir ji dema danayî  dikare kabîneyê pêk bihîne.  Wek çawa di karê xwe yên berê de serkevtî bûye di serokatîya hikumetê de jî serkevtî dibe.

Ceifer Şêx Mistefa, Endamê Mekteba Sîyasîya YNKyê ( Yekêtîya Nîştîmanîya Kurdistanê) jî dixwaze bernameya kabîneya nû girngîyeka zêdetir bi xizmetkirina hevwelatîyan bide û li asta wan hêvîyan be ku xelkê bo wê kabîneyê heye.

Berî ragehandina kabîneya nû, Mesrûr Barzanî, raspartîyê pêkanîna  kabîneya nehem a hikumeta Herêmê, serdan alîyên pişikdar di hikumetê de dê bike. Danûstandinan li ser bernameya hikumetê dike li gel wan alîyan dike. pêdivîye alîyên pişkdarîyê dikin di kabîneya nû de SîVî yên kandîdên xwe bo wergirtina postan radestê serokê dahatîyê hikumeta Herêma Kurdistanê bike.