5 senatorên Amerîkî daxwaza danîna sizayan ser Tirkiyê dikin
K24 – Navenda Nûçeyan
Pênc senatorên Amerîkî ji Wezîrê Derve yê welatê xwe dixwazin sizayên bilez dane ser Tirkiyê û radigihînin, artêşa Tirkiyê agirbesta li Rojavayê Kurdistanê şikandiye.
Pênc senatorên Amerîkî nameyek ji Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo re birê kir û ragihand, hin raport belav bûne, ku hêzên Tirkî û mîlîşyayên ser bi wê ve, li derveyî rêkeftina “herêma ewle” li Til Temirê êrîşî ser Kurdan dikin. Amaje bi wê jî dikin, biryar bû Amerîka sizayên tund dane ser Tirkiyê û mîlîşyayên wê, heger wan agirbest şikand, li gor vê yekê jî pêwîst e daxwaz dikin ku sizayên tund danin ser Tirkiyê.
Ew pênc senatorên Amerîkî Lindsey Graham, Marsha Blackburn, Christopher J. Van Hollen, Richard Blumenthal, Jeanne Shaheen ji her du partiyan Komarî û Demokratan e û li dijî vekişandina hêzên Amerîkî ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ne.
S. B