Tomahokên Emerîkayê gehiştin Kendavê
K24- Hewlêr
Dû gemîyên cengîyên din yên Emerîkayê ku helgirên mûşekên dûrhavêj (Tomahok) in, gehiştin kendava Faris.
Li goer nûçeyeka RT ya Rûsyayî, herdû gemî bi navên (USS Gonzalez) û (USS Mcaul) li nêzîk lêvarên avê li welatê Ûmanê hatine akincîkirin û bê ti arîşe bi derbend a Hurmiz de bûrîne.
Berî evan dû gemîyan girgemî ya firoke hilgir Ibraham Lînkolin, firokeyên cengî B52 û sîstema dije mûşeka Patiryot şandibû rojhilata navîn.