Operasyona Xakurkê: Bi dehan kuştî hene

Li Xakurkê şer û pevçûnên navbera gerîlayên PKKê û Artêşa Tirkiyê berdewam dikin. Li gor daxuyaniya aliyan, bi dehan kuştî û birîndar hene.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Xakurkê şer û pevçûnên navbera gerîlayên PKKê û Artêşa Tirkiyê berdewam dikin. Li gor daxuyaniya aliyan, bi dehan kuştî û birîndar hene.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê da xuyakirin, operasyona Xakurkê ya li ser sînorê Herêma Kurdistan, Îran û Tirkiyê ku hember gerîlayên PKKê 27'ê Gulanê destpê kiribû, berdewam dike.

Da zanîn, di heyama 24 demjimêran de 5 gerîlayên PKKê di şer û pevçûnan de canê xwe ji dest dane.

Hat destnîşankirin, ji roja destpêkê ya operasyonê ve heta niha 27 gerîlayan canê xwe ji dest dane.

Li gor ragehandina Hêzên Parastina Gel (HPG) ji roja destpêkê heta niha bi êriş û mayîn û bombeyan, nêzîkî 30 leşkerên Artêşa Tirkiyê hatine kuştin.

 

S. B