Li bakurê Kurdistanê, tenê %18ê ciwanan zimanê xwe bi kar tînin

Li Bakurê Kurdistanê pirsgirêka bikaranîna zimanê dayîkê her ku diçe kurtir dibe. Li gorî lêkolîna Însiyatîfa Heq a Diyarbekir li 4 bajarên mezin ên wek Diyarbekir, Mêrdîn, Riha, Wanê tenê 18ê ciwanên Kurd ikarin bi zimanê xwe biaxifin, bixwînin û binivîsin. Lêkolîner amaje dikin ku yek ji sedemên sereke ew e ku zimanê Kurdî nebuye xwedî statû.

K24- Amed

Li Bakurê Kurdistanê pirsgirêka bikaranîna zimanê dayîkê her ku diçe kurtir dibe. Li gorî lêkolîna Însiyatîfa Heq a Diyarbekir li 4 bajarên mezin ên wek Diyarbekir, Mêrdîn, Riha, Wanê tenê 18ê ciwanên Kurd ikarin bi zimanê xwe biaxifin, bixwînin û binivîsin. Lêkolîner amaje dikin ku yek ji sedemên sereke ew e ku zimanê Kurdî nebuye xwedî statû.

Ji aliyê Însiyatîfa Heq a Diyarbekirê ve derbarê bikaranîza zimanê zikmakî de rapirsiyek hat li darxistin û encamên rapirsiyê da xuyakirin ku li Bakurê Kurdistanê bikaranîna zimanê zikmakî di asteke xeternak de ye. Rapirsî li 4 bajarên wek Diyarbekir, Riha, Mêrdîn û Wanê hatiye li darxistin û bi 600 welatiyên ku temenê wan di navbera 18 û 30î de ye re hevdîtin hatiye pêkanîn. Li gorî rapirsiyê tenê %18ê ciwanên Kurdan dikarin bi zimanê Kurdî biaxifin, bixwînin û binivîsin û ji %15ê ciwanan di jiyana xwe ya rojanê de bi pirranî bi Kurdî diaxifin. Rêveberê Însiyatîfa Heq Reha Rûhavîoglû amaje dike ku encamên derketine holê bangewaziyeke lezgîn e bo xwedîlêderketina zimanê Kurdî.

Reha Rûhavîoglû, rêveberê Însiyatîfa Heq, dibêje: "Ev rapirsî, ev kampanyaya me ji gel re dibêje ku; hun ji zimankê xwe hes dikin û daxwaza mafê ziman dikin lê hun li zimanê xwe xwedî dernakevin û zimanê we winda dibe. Zimanê we winda dibe, ji dewletê jî bixwazin lê li zimanê xwe xwedî jî derbikevin, denge xwe bilind bikin."

Yek ji encamên lêkolînê jî ew e ku %68ê ciwana dibêjin ew ê di dahatuyê de bi derfetên xwe zarokên xwe fêrî Kurdî bikin lê %32ê ciwanan jî dibêjin ew ê nekaribin zarokên xwe fêrî Kurdî bikin. Hevseroka Komeleya Lêkolîna Çand û Ziman a Mezopotamyayê Mîne Karakaş amaje dike ku ew li gorî derfetên xwe perwerdeya zimanê Kurdî didin lê hêza wan têrê nake ku  li hember dibistanên fermî pêşî li bişaftinê bigirin.

Mîna Karakaş, hevseroka Komeleya Lêkolîna Çand û Ziman a Mezopotamya, dibêje:" Zarokek 3-4 salî be di dibistanê de bi zimaneke din perwerdeyê bibîne ew zarok rastî bişaftinê tê. Heta ku zimanê Kurdî nebe zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê dê mixabin zarok her dem rastî bişaftinê bên. Niha rêjeya bikaranîna ziman %18 ye dibe ku 10 sal şunde ev rêje bêhtir jî dakeve"

Însiyatîfa Heq diruşmeya xebata xwe ya derbarê zimanê zikmakî de kiri ye "Ziman Hêlîn e" û hişyariyê dide ku berpirsiyariya hemû Kurdan e ku li zimanê xwe xwedî derbikevin û bang dikin ku êdî kêm zêde hemu partiyên siyasî ku ji Kurdan deng werdigrin hatine wê astê ku bi erênî nêzîkî mafê ziman dibin. Derbarê vê yekê de tê gotin ku divê civak li hemu partiyan ferz bikin ku di bernameyên xwe de cih bidin projeyên derbarê mafên ziman.