Dadgeha Enqereyê 5 hezar û 306 sal siza zindanîkirinê da tohmetbarê teqîna Reyhanliyê
K24- Hewlêr
Dadgeha Enqereyê 5 hezar û 306 sal cezaya zindanîkirinê da tohmetbarê teqîna Reyhanliyê ya li ser sînorê Suriyeyê.
Îro li Dadgeha Enqereyê tohmetbarê teqînê Yusuf Nazîk hate mehkemekirin û dadgeh ji ber teqîn û tohmetên cûrbecûr 5 hezar û 306 sal û 6 meh ceza da wî.
11ê Gulana 2013an de li bajarokê Reyhanliyê ya ser sînorê Suriyeyê teqînek rû dabû û 52 kes canê xwe ji dest dabûn û 146 kes jî birîndar bûbûn.
Tohmetbarê teqînê Yusuf Nazîk di encama operasyoneke Dezgeha Hawalgirî ya Tirkiyeyê MÎTê de li Lazqiyeya Suriyeyê hatibû girtin.