3 partiyên Kurdî hevpeymaniyeke nû ava dikin
K24 – Navenda Nûçeyan
Sekreterê Partiya Sosyalis a Demokratîk a Kurdistanê ragihand, wan ligel du partiyên din hevpeymaniya bi navê “Serdem” pêk anîne û bi wê hevpeymaniyê beşdarî hilbijartinên Parlemantoya Kurdistanê dibin.
Di daxuyaniyekê de bo K24ê de, Sekreterê Partiya Sosyalis a Demokratîk a Kurdistanê Mehemedê Hacî Mehmûd aşkere kir, bi armanca beşdarêkirina di hilbijartinên parlemantoya Kurdistanê de, di çarçova wê hevpeymaniyê de navên 100 namzetî pêşkêşî Komisyona Bilind a Hilbijartinan kirine.
Derbarê bedariya di kapîneya hikûmeta Iraqê ya dahatî de jî, Mehemedê Hacî Mehmûd tekez kir, niha ew roj e ku pêwîst e Kurd navmala xwe rêk bixin û aliyên Kurdî bi yekdengî û yekhelwesta siyasî beşdariyê di hikûmeta dahatî ya Iraqê de bikin.
S. B